GIRKÊ LEGÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Girkê Lêge pêşangeha pirtûkên Rêber Apo ya ku 2 roj berdewam kir, bi daxuyaniyekî bi dawî kir. Ev çalakî di çarçoveya pengava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de hat li darxistin. Tê de bernameyên çandî cih girtin û di roja duyem de jî Meclîsa Malbatên Şehîdan beşdarî çalakî bû.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Ev 25 sal in her ku diçe êrîşên li ser Rêber Apo zêdetir dibin. Nêzî 4 sal in dijminê dagirker nahêle gotinekî ji Rêber Apo ji zindana Îmralî derkeve derve. Ji ber ku îro fikirê Rêber Apo belavî hemû welatan bûye. Çawa ku gerîlayên azadiyê Kurdistanê li hember hemû teknîk û teknolojiya bi fikirê Rêber Apo, bi îrade û baweriya felsefeya Rêber Apo re şer dikin, jiyan dikin, emê jî weke Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Girkê Lêge xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo rêxistin bikin û çalakiyan pêş bixin. Em di vê baweriyê de ne ku belavkirina fikirê Rêber Apo ji dijmin re derbeyekî giran e. Ji ber wê yekê emê her tim bi fikira Serokatî re têbikoşin. Çawa ku Rêber Apo gotiye “Me bi ciwantî dest pê kir û emê bi ciwantî biserbikevin” em jî dibêjin emê weke tevgera ciwanan dîwarên Îmralî hilweşînin, Rêber Apo fîzîkî azad bikin, Kurdistanekî azad û serbixwe ava bikin. Ji ber vê çi pêwîst dike, em amade ne, emê bikin. Em soza mezinkirina pengava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” didin. Em ji bo vê pengavê kêlî bi kêlî têkoşîn bikin û her dem di qadan di nav çalakiyan de bin.
Bijî Rêber Apo
Bê Serok Jiyan Nabe
Ciwan fedayên Rêber Apo ne”