DÊRAZOR – Komîteya Jinên Ciwan a Desteya Ciwan û Werzîşê li Dêrezorê ji jinên ciwan re semînerekî li ser nasnameya jin û mafên jin li dar xist.
Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre li ser diyarkirina nasnameya jinê ya rast û îradeya jin, zehmetiyên ku jin di bûyerên kuştin, şîdet û desteserkirina mafên xwe de rû bi rû dimînin, nîqaş hat kirin.
Ji vê semîner van pêşniyaran derketin:
1 – Zêdekirina civînên diyalogê li ser mafên jinan
2 – Xebatên perwerde û xebatên pratîk werin meşandin