NAVENDA NÛÇEYAN
Duh derengiya şevê karwanek leşkerî ya Artêşa Tirk a dagirker, bi çekên giran û wesayîtên zirxî ber bi bajarokê Amêdiyê ve çû.
Li Başûrê Kurdistanê êriş, dagirkerî û sewqiyata leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker dewam dike.
Li gorî dîmenên hatine belavkirin, duh derengiya şevê karwanek leşkerî ya Artêşa Tirk a dagirker ku ji çekên giran û wesayîtên zirxî pêkdihat, ber bi sînorê bajarokê Amêdiyê ya ser bi Dihokê ve diçû. Nehat zanîn ev leşkerên Tirk ên dagirker ji kuderê hatine û çawa derbazî Başûrê Kurdistanê bûne.
Hêjayî gotinê ye duh jî karwanek leşkerî ber bi Kanî Masiyê ve diçû.
Leşkerên Tirk ên dagirker li Başûrê Kurdistanê bi rehetî digerin û dagirkeriya xwe berfireh dikin. PDK ku li wê herêmê serdeste, dengê xwe ji dagirkeriyê re dernaxe û nahêle kes jî nerazîbûn dijî dagirkeriya dewleta Tirk derbixe.