BEHDÎNAN- HPG bi daxuyaniyekî nivîskî agahiyên di derbarê çalakiyên gerilla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker de parvekirin.
Daxuyanî wuha ye:
“Ji çapemenî û raya giştî re!
Agahiyên li ser çalakî û êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:
1. Herêma Metîna;
– 23’ê Hezîranê saet 14:30’an de li herêma Berxwedana Serê Metîna 1 kepçe, 1 kamera mobesse û 1 radar ên dagirkeran bûne hedef û bi çekên navîn ên otomatîk hatine gulebarankirin. Di vê çalakiya hêzên me yên YJA Starê de; 1 radar, 1 kamera mobesse, 1 mewzû hate îmhakirin û 1 kepçe jî hate derbkirin.
2. Herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê;
– 23’ê Hezîranê saet 11:20 û 14:05’an de 2 drone yên teqemenî barkirî ku ber bi tunelên şer ên li herêma Berxwedanê ya Girê FM ve hatibûn şandin, bi çekên ferdî hatin rûxandin.
– 21’ê Hezîranê saet di 05:45’an de dema ku dagirkerên li herêma Berxwedana Girê Cûdî tevger dikirin, bi çekên navîn ên otomotîk hatin hedefgirtin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Di heman demê de hêzên me yên YJA Starê teqemeniyên dagirkeran hedef girtin û îmha kirin.
– 21’ê Hezîranê saet 18:00’an de dema ku dagirkerên li herêma Berxwedana Girê Cûdî tevger dikirin, bi çekên navîn ên otomatîk hatine hedefgirtin û gulebarankirin.
– 22’ê Hezîranê saet 12:00’an de dagirkerên herêma Berxwedana Girê Cûdî bi çekên giran hedef hatin girtin û gulebaran kirin.
– 23’ê Hezîranê saet 15:20’an de li herêma Berxwedana Girê Cûdî, dagirker bi çekên giran hedef hatin girtin û gulebaran kirin.
– 22’ê Hezîranê saet di 13:13’an de dema ku dagirkerên li herêma Berxwedana Girê Amediyê tevger dikirin, bi çekên ferdî hatin gulebarankirin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
– 23’ê Hezîranê saet 13:00’an de li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê, dagirkeran bi çekên navîn ên otomatîk hedef girtin û gulebaran kirin.
– 23’ê Hezîranê saet 13:30’an de li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê, dagirker bi çekên giran hatin gulebarankirin û çeperek hate xistin.
3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî;
– Di 21 û 23’ê Hezîranê de tunelên me yên li herêma Berxwedanê ya Girê FM ya herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê 2 caran bi gazên kîmyewî û 5 caran jî bi teqemeniyên qedexe hatine bombekirin.
– Di 23’ê Hezîranê de tunelên me yên li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Şehîd Delîl Rojavayê Zapê du caran bi teqemeniyên qedexe hatin bombekirin.
4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
– Di 22 û 23 Hezîranê de herêmên Kolît, Şehîd Şerîf, Neqeba Berbizinê yên zeviyên Xêrê du caran; Ji aliyê balafirên şer ve bi giştî 20 caran hate bombekirin.
– Di 23’ê Hezîranê de herêma Metîna ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hate bombekirin.
24 Hezîran 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê”