NAVENDA NÛÇEYAN- Şehîd Zîlan (Zeybep Kınacı) beriya 28 sala bi çalakiya xwe ya dîrokî ve hemû cîhan hejand. Bi pêşengtiya Jinên Ciwan de Şehîd Zîlan li li Dirbêsiyê û Şehba’yê hat bibîranîn.
Bîranîna Şehîd Zîlan ya li Dirbesiyê bi tevlîbûna endamên jinên ciwan û endamê Çand û Hunerê de pêkhat .
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û li ser jiyan û tekoşîna Şehîd Zîlan sînevîzyon hat temaşekirin.
Jinên Ciwan 3 roj bernameya xwendine danîne pêşiya xwe. Wê nameya Ş.Zîlan û dahûrandinên Rêber APO bêne xwandin.
Li Şehbayê jî bi pêşengtiya jinên ciwan de li Peymangeha Şehba nameya Şehîd Zîlan ya ku beriya biçe çelakiyê nivîsandiye, ji hemû xwandekara re hate xwandin. Piştî xwandinê nîqaş li ser Ş. Zîlan pêşketin.