ŞEHBA – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên kantona Efrîn û Şehbayê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo meşekî erebe li darxistin.
Meş ji Kampa Berxwedan destpêkir, di nava gundewarên Şehba de berdewam kirin û li Gulistana 4’ê Nîsanê hate bi dawîkirin.
Li wir li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Duniya Bekir axivî û got “em wek gelê welatparêz, gelê Efrîn û Şehba, weke gelê kurd, emê vê tecrîdê bişkînin. Heya Partiya Karkerên Kurdistan hebe nikarin roja me tarî bikin, heya ciwanên şoreşger hebin emê cenga azadiyê geş bikin”.
Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger jî Fehmî Efrîn axivî û diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Apo tecrîd li ser gelê kurd e û berdewamiya erîşên hezar salan li ser gelê kurd. Her wiha destnîşan kir ku ewê tu car serê xwe netewînin.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bê serok jiyan nabe”, “Bijî Rêber Apo”, “Bimire faşîzm û dagirkerî” hate bi dawîkirin.