REQA – Di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo bîranîna şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) de, Desteya Ciwan û Werzîşê ya bajarê Reqayê îro danê sibê bi amadebûna dehan xort û jinên ciwan çalakiyekî li dar xist.
Bîranîn bi axaftina hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Reqayê Buşra El-Ehmed destpê kir.
Piştre deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna tevahî şehîdên doza azadiyê hat rawestîn. Piştî wê jî nameya şehîd Zîlan ya ji bo çalakiya xwe ya fedayî hate xwendin.
Çalakî bi pêşandana dîmenekî li ser jiyana şehîd Zîlan bi dawî bû.