DÊRAZOR – Desteya Ciwan û Werzîşê û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Dêrezorê çalakiyekî ji bo bîranîna şehîd Zîlan li dar xistin. Endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan jî amade bûn.
Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Ibtîsam El-Mihemed bixêrhatina hemû beşdaran kir û dawetî deqayekî rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû şehîdan kir.
Her wiha, Ibtîsam El-Mihemed li ser jiyana şehîd Zîlan û têkoşîna wê axivî û endama Yekîtiya Jinên Ciwan a bi navê Soha jî li ser şehadeta şehîd Zîlan û fedayîtiya xwe axivî. Piştre hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê nameya şehîd Zîlan a ji bo çalakiya xwe ya fedayî xwend.
Bîranîn bi vêxistina mûm ji aliyê hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan Felak Osman ve bi dawî bû.