DÊRAZOR – Yekîtiya Jinên Ciwan û Desteya Ciwan û Werzîşê ya bajarokê Hecînê ya Dêrazorê dersekî li ser tundiyê di nava malbatê de li dar xistin.
Ev ders ji bo hişyarkirina li ser pirsgirêkên malbatî û şîdeta di nav malê de, bi taybetî tundiya li ser keç û jinan hat dayîn. Hevserokên Meclîs û kordînasyona jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Hecîn û hin jinên herêmê amade bûn.
Ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat girtin. Piştre ders hat dayîn, nîqaş hat kirin û pêşniyarên ji bo çareseriyan hatin kirin.