NAVENDA NÛÇEYAN
Li navenda parêzgeha Dihokê, zilamekê êşkenceyek tund li xuşka xwe kir û piştre ew şewitand ku ji sedan 80’ê laşê wê şewitî. Niha jina hatî şewitandin li nexweşxaneyê tê dermankirin.
Rêveberiya Polîsên Dihokê ragihand ku duh danê êvarê li taxa Malita ya li navenda bajarê Dihokê zilamekê êşkence tund li xuşka xwe kir û piştre agir berda bedena wê. Hate diyarkirin ku jina hatî şewitandin li nexweşxaneyê tê dermankirin.
Her wiha hate desntîşankirin ku tometbar piştî 4 saetan li navçeya Çemankê ya ser bi bajarokê Amêdiyê hatiye binçavkirin û lêkolîn û lêgerîn derbarê buyerê de hatiye destpêkirin.
Rêveberiya Polîsên Dihokê da zanîn ku zilam li malê bi awayekî tund li xwişka xwe daye û piştre agir berdaye bedena wê û li malê heliştiye derketiye. Piştre jinê rakirine nexweşxaneyê.
Li gorî agahiyên polîsan ragihandî, jina hatî êşkencedan û şewitandin ku dayîka 3 zarokan bû ji sedan 80’ê laşê wê şewitiye û niha li nexweşxaneyê tê dermankirin.
Hêjayî gotinêye ku buyerên kuştin û tundiya bermaberî jinan zêdebûye ku di vê demê dawî de buyerên şewitandina jinan jî dubare dibe. Herî dawî heman şêweyê buyera duh danê êvarê, di 6’ê Hezîranê de jinek ciwan ya bi navê Avan Ceza ji aliyê hevserê xwe ve hate şewitandin û ji ber giraniya birînên xwe jiyana xwe ji dest da. Ji destpêka salê ve zêdetirî 27 jinan li deverên cuda yên Herêma Kurdistanê hatine qetilkirin yan jî neçarî xwekuştinê hatine kirin.