NAVENDA NÛÇEYAN- Artêşa Tirk a dagirker ku di nava vê hefteyê de bi hezaran tank û wesayîtên zirxî û çekên giran derbasî herêma Kurdistanê kirin, îro jî belavok belavkirin û bi rêya belavokan alîkarî ji gelê herêmê xwest û ji gel xwast ku ji wan re sixurtiyê bike.
Artêşa Tirk a dagirker ku bi hevkarî û alîkariya PDK’ê amadekariyên dagirkeriyeke mezin li herêma Behdînanê dike, ji ber derbên giran û dîrokê yên ji Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dixwe êdî neçar bûye ku hewara xwe bibe cem gelê Behdînanê.
Di vê çarçoveyê de artêşa Tirk a dagirker belavok li ser ger xelkê deverên ku niha artêşa Tirk amadekariyên êrişeke berfireh ya dagirkeriyê dike belav kir.
Di belavokên artêşa Tirk de wiha tê hatiye nivîsîn; “Em lêborînê dixwazin ku me hûn dan rawestandin û me wextê we xwar. Bi piştgiriya we emê herêmê bi ewletir bikin. Em ji bo têgihiştina we spas dikin û li hêviya piştgiriay we ne.”