BURSA- Milîsên Berxwedan Qehreman ên HBDH’ê daxuyaniyek weşandin û gotin, “Weke bersiva li operasyonên leşkerî yên berfireh ên dewleta Tirk a faşîst dagirker ku li Bakurê Kurdistanê li dijî gerîla dimeşîne, di 19’ê Hezîranê de li Bûrsa/Orhangaziyê febrîqeyeke veguherînê ya kesekî faşîst û konteynireke di nav de hatin şewitandin.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji ber şewatê xisareke mezin a madî rû da, wesayitên di hundirê febrîqeyê de bi temamî şewitîn.
Daxuyanî wuha ye:
“Milîsên HBDH Berxwedan Qehreman; “Me agir berda Tesîsa Vezîvirandinê ya Kesekî Faşîst li Bursayê!”
Milîsên HBDH’ê yên li Bursayê li dijî operasyonên li Bakurê Kurdistanê çalakî kirin
Milîsên Berxwedan Qehreman di 19’ê Hezîranê de li Bursa/Orhangaziyê ji bo tolhildana operasyonên mezin ên leşkerî yên dewleta Tirk a faşîst a dagirker li dijî gerîlayên li Bakurê Kurdistanê li dijî gerîla dane destpêkirin, tesîsa vezîvirandinê ya kesê faşîst û konteynira wê şewitandin. Di encama şewatê de xisareke mezin a madî çêbû, wesayît û qada bikaranîna di nava tesîsê de bi temamî şewitîn.
Rejîma çete ya faşîst a îşkencekar AKP-MHP’ê di dema hilweşandinê de ye, bi hemû hêza xwe dixwaze têkoşîna azadiyê ya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ji holê rake. Tişta ku li Bakurê Kurdistanê qewimî, asta ku faşîzm gihîştiye û asta şer eşkere dike. Dema ku israra dewleta faşîst a di polîtîkaya îmha û înkarê de, ku bi hezaran leşker û piştgiriya hewayî êrîşî herêmên gerîla dike, bi berxwedana bênavber a gerîla û gel re rû bi rû dimîne, em weke leşkerên têkoşîna yekbûyî bi biryar in. Bi baweriya ku divê ev şer bi çiya û bajarên Kurdistanê re nemîne, berxwedana li metropolên Tirkiyeyê mezin bikin. Ji bo kedkarên ku ked û xwêdana wan tê îstismarkirin, ji bo ciwanên ku azadiya wan li dibistanan û li kolanan tê tepisandin, ji bo gelê me yê ku bi xizanî û îşkenceyê neçarî teslîmiyetê tê kirin; Dem hatiye ku rejîma AKP-MHP’ê ya ku navenda faşîzmê ye ji sûcên xwe yên li Kurdistan û Tirkiyeyê hesab bê pirsîn.
Operasyonên leşkerî yên berfireh û berdewam ên li Bakur wê bê encam bin. Wê berxwedana gerîla mezin bike. Milîsên me wê li hemberî êrîşên li dijî gerîlayên azadiyê bêdeng nemînin û metropolên Tirkiyeyê bikin topên agir. Gel û şoreşger wê ji her demê zêdetir têkoşîna gerîlayên bênavber hembêz bikin û heta ku faşîzmê ji ser axa Kurdistan û Tirkiyeyê ji holê rakin, têbikoşin.
Banga me ji hemû ciwan û şoreşgeran re ev e; Dem dema berfirehkirina gerîla û berxwedana wê û eşkerekirina îradeya pola ya têkoşîna yekbûyî ya li dijî faşîzmê ye.
Bijî HBDH!
Bijî Têkoşîna me ya Gerîla! Bijî Şerê me yê Gel ê Şoreşger! Bijî Têkoşîna me ya Yekgirtî!
Milîsên HBDH Berxwedan Qehreman
HBDH”