REQA – Bi boneya salvegera 28’emîn a şehadeta şehîd Zîlan, duh danê êvarê Yekîtiya Jinên Ciwan a Reqayê merasîmekî li dar xist.
Di serî de ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat rawestîn. Piştre Hedîl Îsmaîl axivî û nameya şehîd Zîlan a ji bo Rêber Apo xwend.
Bîranîn bi vêxistina mûm û qîrîna dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.