NAVENDA NUÇEYAN- Li bajarên Qamişlo û Dirbesiyê Jinên Ciwan kampên vekirî yên 3-rojan bi navê Ş. Zîlan li dar xistin.
Hedefa wan kampan ewê ku jinên ciwan rihê Ş. Zîlan nas bikin, li ser vê esasî xwe kûr bikin. Dahurandinên Ş. Zilan di derbarê pirsgirekên civak, pirsgireka jinan û pirsgreka Kurdistanê de pir kûr bûn. Di nameya xwe de behsa vê yekê dike û reya careseriyê jî dide diyar kirin. Ji bo Ş. Zîlan rêya çareseriya pirsgireka Rojhilata Navîn di fikrê û felsefêya Rêber APO de vêşartî ye.
Ji ber vê di kampê de hîm nameyên Ş. Zîlan hatin xwendin û Sinevisyon derbarê jiyanê wê de hatin temaşe kirin. Di heman demê de jî dahurandinên Rêber APO li ser rêxistinbûyîna jinê û giringiya vê hatin temaşe kirin. Li ser vê esasî nîqaş hatin kirin.