QAMIŞLO – Bi boneya salvegera şehadeta şehîd Zîlan Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Cizîrê 4’emîn Festîvala Şehîd Zîlan li darxist.
Di 4’emîn Festîvala Şehîd Zîlan de de xortek û jinekî ciwan hatin ser dikê û soza tevlîbûna di nava tevgera azadiyê de dan. Jina ciwan ku navê Şehîd Zîlan rakir bi Nûçe Ciwan re axivî û wiha got: “Di vê roja pîroz di dîrokê de hevala Zîlan çalakiya xwe ya fedayî pêk anî û bû bersiv li hemberî dijmin. Ji ber vê jî min di vê rojê de xwest tevlî bibim û navê heval Zîlan rakim, tola heval Zîlan rakim. Ji bo wê jî, di dest pê kê de ji bo Serok Apo, soz didim, soz didim, soz didim.”