NAVENDA NUÇEYAN- Milîsên Ezîz Gabar ên HBDH’ê li dijî operasyonên dagirkeriyê yên li Bakurê Kurdistanê, 22’yê Hezîranê di saetên siharê de depoya febrîqeyeke li sîteya sanayiyê ya ASTÎS a li Aydin/Efelerê, bi teknîka sabotajê dan ber agir.
Milîsên HBDH’ê ev tişt diyar kirin: “Ev çalakiya bersivdayînê ji bo bîranîna hevrêyên me yên leheng ên li Agirî, Êlih û Şirnexê bi fedayî şer kirine û şehîd bûne hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de zirareke mezin gihişte febrîqeyê.”