KOBANÊ – Bi boneya salvegera çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) Yekîtiya Jinên Ciwan di nava çalakiyan de ye.
Duh danê êvarê YJC li xeta rojhilatê Kobanê, gundê Lihînê şehîd Zîlan bibîranî. Di serî de deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê hat girtin. Piştre axaftin hatin kirin û sinevîzyonekî li ser jiyan û kesayeta şehîd Zîlan hat temaşe kirin.
Îro jî li Peymangeha Tendirustî ji bo bîranîna şehîd Zîlan semînerekî li darxistin. Piştî axaftin nameya şehîd Zîlan ji Rêber Apo re ji bo çalakiya xwe ya fedayî hat xwendin.