KOBANÊ- 28 sal berê îro Zeynep Kinaci bi nasnav Zîlan li dijî dewleta Tirk a faşîst çalakiyeke dîrokî pêk anî.
Çalakiya Şehîd Zîlan heta îro me ya jî xwedî sembol û girîngiyeke mezin e. Bi taybetî jî ji bo jinen ciwan bûye sembola berxwedanê, bi taybetî li bajarê Kobanê ku li cîhanê bi têkoşîna xwe ya berxwedanê tê naskirin.
Ji ber vê yekê Jinên Ciwan ên Kobanê cara sêyemîn Festîvala Şehîd Zilan li dar dixin.
Çalakî saet di pêncê piştî nîvro de, li Qada Jina Azad dest pê bike. Ji ber vê yekê amadekariyên dawî bi lez û bez didome.
Festîval wê bi dirûşma: “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan te organîze kirin. Komîteya amadekar a festîvalê bang li her kesî kir ku yê Şehîd Zîlan ji xwe re wekî pêşeng dibînin werin û tevlî festîvalê bibin.
Her wiha Komîteya amadekar da zanîn ku di festîvala îsal de wê bernameyeke rengîn û curbecur hebe.
Di bernameya festîvala îsal de werziş (Tekvando û Rakirina Hesin ên giran), Pêşbirka Zanistî, Govenda Gerîla, komên Stran, Şano têne cih digirin.