KOBANÊ – 3’emîn Festivala Şehîd Zîlan ya Yekîtiya Jinên Ciwan a ku li bajarê Kobanê hat lidarxistin, bi beşdarbûna sedan kesî, bi coşekî mezin ve bi dawî bû. Di festîvalê de, bi boneya salvegera çalakiya fedayî ya Şehîd Zîlan 4 jinên ciwan bi armanca şopa Şehîd Zîlan bidin berdewam kirin biryara xwe ya tevlîbûna PKK dan.
Jinên ku biryara tevlîbûna di nava refên tevgera azadiyê de dan rabûn ser dikê festivalê û pêşîya sedan kesan tevlîbûna xwe bi van gotinan ragihandin:
“Em di despêkê de soza xwe didin Rêber APO ku emê di rêya ku Serok ji me re daniye de bimeşin. Em soz didin şehîdan ku emê tola wan li erdê nehêlin. Çawa ku şehîd Zîlan komploya li ser Serkatî qebûl nekir û canê xwe ji bo Serok APO feda kir, emê jî berê xwe bidin rêya şehîd Zîlan û emê Serokê xwe azad bikin.”
Jinên Ciwan ku biryara tevlîbûna PKK dan, ji aliyê girseya gel ve bi çepik û sloganên ‘Bîjî Serok APO’ ve hatin oxirkirin.