MEXMÛR – Şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) 30’ê Hezîrana 1996’an çalakiyeke fedaî li dijî merasîmekî leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker li Dêrsimê pêk anîbû. Di encama çalakiyê de bi dehan leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin. Çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan wekî berisv li hemberî hewldana hedefgirtina Rêber Apo a 6’ê hezîrana heman salê hatibû kirin.
Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî komekî zarokan bi boneya salvegera şehadeta şehîd Zîlan stranekî gotin û gotinên nameya wê ya ji bo çalakiya xwe ya fedayî gotin.