DÊRAZOR – Şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) 30’ê Hezîrana 1996’an çalakiyeke fedaî li dijî merasîmekî leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker li Dêrsimê pêk anîbû. Di encama çalakiyê de bi dehan leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin. Çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan wekî berisv li hemberî hewldana hedefgirtina Rêber Apo a 6’ê hezîrana heman salê hatibû kirin.
Li Dêrazor ji bo zindîkirina bîranîna Şehîd Zîlan çalakî tên li darxistin.
Îro Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Dêrezorê jî bîranînekî ji bo şehîd Zîlan li dar xist. Bîranîn bi deqeyekî rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre nameya şehîd Zîlan a ji Rêber Apo re ji bo çalakiya xwe ya fedayî hat xwendin. Di dawiyê de mûm hatin pêxistin û sinevîzyonekî li ser jiyana şehîd Zîlan hate pêşandan.
Kombûna Jin a Zenobîa jî li salona Meclîsa Rêveberiya Xweser a Dêrezorê bi boneya salvegera şehadeta şehîd Zîlan komxebatekî lidarxist. Endamên saziyên Rêveberiya Xweser û tevgerên civakî amade bûn. Semîner bi deqeyekî rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên doza azadiyê dest pê kir. Piştre jî li ser jiyana şehîd Zîlan axaftin hatin kirin. Di dawiyê de nameya şehîd Zîlan a ji bo çalakiya xwe ya fedayî hat xwendin.