QAMIŞLO – Şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) 30’ê Hezîrana 1996’an çalakiyeke fedaî li dijî merasîmekî leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker li Dêrsimê pêk anîbû. Di encama çalakiyê de bi dehan leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin. Çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan wekî berisv li hemberî hewldana hedefgirtina Rêber Apo a 6’ê hezîrana heman salê hatibû kirin.
Ji bo bîranîna Şehîd Zîlan li bajarê Qamişlo, di bin pêşengtiya tevgerên jin de, meşekî girseyî hat li darxistin. Bi hezar şênî beşdarî meşê bûn û slogana “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.
Di dawiyê de li ser navê berdevka Meclîsa Kongra Star a kantona Qamişlo axivî û di serî de diyar kir ku ew li hemberî tevahî şehîdên azadiyê serê xwe ditewînin. Her wiha qala çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan û got “Rêber Apo bê guman dibêje “Şehîd Zîlan fermandarê min e”.”