KOBANÊ – Îro Yekîtiya Jinên Ciwan bi boneya salvegera 28’emîn a çalakiya fedayî a Şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) 3’emîn Festîvala Şehîd Zîlan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xist.
Bi sedan jinên ciwan û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî festîvalên bûn.
Di serî de ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat rawestîn.
Di festîvalê de endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Macîde Hiso axivî û got: “Şehîd Zîlan li hember dewleta Tirk a dagirker yekemîn çalakiya fedaî pêk anî. Wê yekê jî hişt dewleta Tirk ji hêza me bitirse. Şehîd Zîlan bi çalakiya gel ji qirkirin û koletiyê rizgar kir. Em ê xwedî li berxwedan û têkoşîna şehîd Zîlan derkevin.”
Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîtan Roj got: “Şehîd Zîlan tu carî xeta îxanetê qebûl nekir. Li dijî komploya li ser Rêber Abdullah Ocalan şehîd Zîlan bi çalakiya xwe bersiv da dijmin. Bi wê yekê şehîd Zîlan xwest bibêje tu kes nikare destê xwe dirêj Rêbertiya me bike. Em ê li ser xeta şehîd Zîlan şopdarê rêça şehîdan bin.”
Bêrîtan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em ê heta kêliya xwe ya dawiyê xwedî li berxwedana şehîd Zîlan derkevin, têkoşîn û berxwedanê xurttir bikin.”
Piştre jî Komên Hîlala Zêrîn stran, goven û şanoyên xwe pêşkêşkirin.
Piştî wê ji aliyê endamên jin ên Meclîsa Werzîşê ya Reqayê ve hesinên giran hatin rakirin.
Piştre koma Mîr Kut a jinên ciwan hunera xwe pêşkêşkir.
Pêşbirkekî bi pirsên li ser şehîd Zîlan jî hat li darxistin.
Festîval bi girtina govend ji aliyê beşdarvanan bi dawî bû.