MEXMÛR- Bi boneya salvegera 28emîn a çalakiya fedayî ya Şehîd Zîlan (Zeyenep Kinaci) ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de li beramberî komploya li ser Rêber Apo çalakiyek fedayî lidarxist li Saziya Malbatê Şehîdan a Wargeha Mexmûr şevek ya bîranînê hat li darxistin. Taybet jinên ciwan û şêniyên Wargeha Mexmûr beşdarî bername bûn.
Beriya ku bîranîn destpê bike di kesayeta şehîd Zîlan û tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê de deqeyekî rêz hat rawestin.
Hevseroka Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Nûdem Yaman li ser girîngî û wateya rojê axivî. Nûdem Yaman di destpêka axaftina xwe de di kesayeta Şehîd Zîlan de hemû şehîdên di xeta azadiya Kurdistanê de gihiştîn merteba şehadetê bi bîr anî û got: “Heval Zîlan jî ji bo bibe bersiva ku hûn nikarin roja me tarî bikin, hûn nikarin Rêbertiya me tine bikin xwe dike mertal û ruhê xwe li ber xeta Rêber Apo de feda dike.”
Piştî axaftinê, sinevziyonek ji bo Ş. Zîlan hat temaşe kirin, piştra şanoyek ji aliyê Koma Jînim Jiyanim ve hat pêşkêşkirin, herî dawî jî Koma Stêra Zêrîn û Navenda Çand û Hunerê stran gotin û bi dawiya stran bername bi dawî bû.