NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê HBDH (Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan) ve hat weşandin de, 26’ê Hezîranê saet di 13.00’an de milîsên Şehîd Helmet Gabar (Diyar Xerîb) li Gebzeyê bi çekên giran êrîş birin li ser beşa embara veqetandina sol û madeyên xam a Gebzeyê. Ragihandin ku wan çalakiyek bi rêbazek taybet li dar xistin û kargeh şewitandin.
HBDH’ê di daxuyaniya xwe de got, “Em li metropolan li dijî şerê qirkirin û îmhayê yê li ser gelê Kurd ji dewleta Tirk a faşîst û dagirker hesab bipirsin.”
Daxuyanî wiha ye:
Milîsên HBDH’ê Şehîd Helmet Gabar (Diyar Xerîb); “Me li Gebzeyê çalakiyeke sabotajê pêk anî!”
Di 26’ê Hezîranê saet derdora 13:00’an de milîsên Şehîd Helmet Gabar (Diyar Xerîb) li ser beşa embarê ya ku sol li depoya kargeha çêkirina sol û madeyên xam a li Gebzeyê bi cih bûne bi rêbazeke taybet çalakiyek li dar xist. , û kargeh şewitandin. Di çalakiyê de xisarên madî yên giran li kargehê hatin tespîtkirin, ji ber şewitandina çareyan ev zerar gihişt bi mîlyonan.
Li dijî şerê qirkirin û îmhayê yê li ser gelê Kurd tê meşandin, em li metropolan ji dewleta Tirk a faşîst û dagirker hesab bipirsin.