MEXMÛR- Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ku di dîroka 20’ê Tirmeha 2023’an de li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO hatî destpêkirin di roja 346’an de bi biryardariyek xurt berdewam dike. Çalakiya Nobetê ji Saziya Ciwanan hat dewirgirtin.
Ciwanên ku nobet dewr girtin ev anîn ziman:
“Ev bû 26 salin Rêber Apo di encama komployek bêbext hatiye dîlgirtin. Her wiha ji ber ku Rêber Apo di nava wan 26 salan de ev komplo bi berxwedana xwe hilweşand, ev 40 mehin hêzên komploger û dewlete Tirk ya dagirker ku divê rastiyê de tenê xwedî rola gardiyantiyê ye, nahêlin ku bi tu awayî ji Rêber Apo agahî bê wergirtin. Ciwan carekî din bal kişandin ku tecrîd sûcek yê mirovahiyê ye. Di şexsê Rêber APO de tecrîdeke pir giran li ser gelê Kurd heye. Lê her çiqaş tecrîd giran ji be, Rêber APO bi berxwedan û helwesta xwe ya çareseriyê hemû plan û komployên di serî de li dijî xwe, li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd pûç kiriye. Li ser vê esasî divê têkoşin ji bo azadiya Rêber APO be. Ji bo şikandina tecrîdê û azadkirina Rêber APO divê ciwan bi rol û erka xwe ya demê rabin. Ciwan wê bi têkoşîna li her qadê bibin xwedî biryar a berxwedan û serketinê. Rêber APO jî ji ciwantî dest bi vê şoreşê kir. Divê ciwan jî di roja îro de xwedî li Rêbertiya xwe û doza gelê xwe derkevin.”