NAVENDA NÛÇEYAN- Li Semsûr’ê ciwanek bi tivinga nêçîrê întîhar kir.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin Furkan Guneş ê 23 salî ku li Taxa Altinşehîrê dijî, bi tivinga nêçîrê ve xwe xuşt. Xizmên ku ciwanê di nava xwînê de dîtin, ji Navenda Telefonên Lezgîn a 112’an re agahî dan. Di demeke kin de ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ekîbên hatin cihê bûyerê diyar kirin ku ciwan miriye. Piştî muayeneyê cenazeyê Guneş birin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûr’ê.