MEXMÛR-Dosya Taybet: Xwe Parastin çiye? Xwe Parastin ji bo civakekê çima ewqas giring e? Civak û ciwan erkên xwe yên Parastinê çawa pêk binin? Ji ciwanên Wargeha Şehîd Rûstem Cudî a Mexmûrê em gohdar bikin.
Mahîr Tûnç
“Didestpekê di pergala me ya Netewa Demokratik de henik rehendên me yên giring hene. Divan beşên rehendan de em wekê 9 qadan digrin dest. Di nav van 9 qadan de Erka Xwe Parastin jî heye. Ji ber ku Xwe Parastin ji bo her mirovekî, ji bo her zindiyekî mafekê xwezayî ye. Lewma em dema behsa Parastina Cevherî dikin tenê Şerê Çekdarî pêwiste di serê me de avanebe. Em pêwiste zanebûna xwe parastinê bizanibin ji ber ku Xwe Parastin erk û berpirsiyartiya herî giring a mirovahiyê ye. Çawa niha gulekê bi sitriyê xwe xwe diparêze. Kisoyekê bi kabuxê di pişta xwe parastina xwe dike. Ango her zindiyekê de rêbazekê xwe parastinê heye. Em mirova jî bi fikir û birdoziya xwe bi hizrên xwe parastina xwe yên cevherî dikarin ji êrîşeki ji derve hewl bidin xwe biparêzin.
Emê vê çawa pêk binin? Wek tê zanin di Parastina Cevherî de 3 xalên giring hene. Yek, parastina hişmendi ye. Ew parastina hişmendi di aliyê aqlî de ye. Ji ber ku dema em îro tamaşe dikin ji %95 êrîşên li ser civaka me tê meşandin êrîşên çandi ne, êrîşên derûnî ne. Piranî dijmin ji bo qirkirina çand, ziman û hemû mirateyên dîrokî bi politikayên demdirêj êrîş li ser me pêk tîne. Vê politikayê bi xetên zîrav li ser me pêk tîne. Ji bo ku em ji vî politikayên qirêj re nebin amûr pêwiste em bikevin ferqa zanabûna dijminê xwe de. Yani planên çawa li ser me pêk tîne. Eger em bê parastin biminin wê ji her milê ve êrîş li ser me pêk were. Ji ber ku mertala ku mirovan liser linga diheyle û diheyle insan xwe biparêze yek jî xwe parastin e. Divê em destpêkê ji aliyê hêz de xwe bikin yek. Ger cihekê hêz hebe wê derê mûmkin nine ku em bêjin parastin jî nîne. Li wê derê parastina cevherî jî heye. Civak ne hebûnekî yek şexsi ye. Civak, hebûnekê gişti ye û bi tena serê xwe jî nikare parastina xwe bike. Dema êrîşêkê li derve li ser me tê kirin, ger em biawayekî yekgirti hêza li hember bidin diyarkirin wê demê emê bikaribin parastina xwe jî pêk binin.
Rojane li ser medyayê, li ser înternetê, li ser gelek tekonolojiya ku heyî şerê psikolojiyê li ser me tê meşandin. Û ev şerê ku tê kirin jî ji bo civanan asîmile bike û wan ji koka wan ya asil dûr bixe her tiştê dike. Pêwiste em xwe ji vî tekonolojiya qirêj, ji vî hişmendiya dagirker û planên qirêj li ser me dimeşine, xwe biparêzin. Ji bo xwe parastinê jî çî pêwist dike yek perwerde pêwist dike; tu xwe perwerde biki, bikevi ferqa kesayeta xwe de, ferqa zanebûna xwe de, tu kiyî, ji ku derê hatî, tu mecbûrî xwe nas biki di destpêkê de. Lewma piştî hişmendiyê rêxistibûyin tê. Niha PKK 50 sale rexistinbûyina xwe berdewam dike ji ber ku yekitiyek heye, ji ber ku îtifaqiyekê heye, ev rêxistinbûyina xwe niha jî dide berdewam kirin. Em hemû civak jî pêwiste xwe bi rêxistin bikin em wisa xwe biparêzin. Tenê emparastinê li ser henik şoreşgeran biheylin nabe. Stratejiya me ya îro stratejiya “şerê gel a şoreşgeri” ye. Em li ser vê esasê parastina xwe dikin. Em çiqasî pişta şerwanên xwe bigrin, em pişta gerîlayên xwe bigrin, gerl, civak, şerwan hemû bibin yek, wisa êrîşên dijminê xwe bike wê pêşektin û xwe parastin jî bikeve meriyetê. Ger em tenê parastinê giredayê komekê şerwanan bikin, wê ew me biparêzin, wê ew jibo me her tiştê bikin na. Ji ber ku em hemû însan neçarin xwe biparêzin. Hemû insan neçarê nirxên xwe, dîroka xwe, zimanê xwe pêwiste biparêzin. Netewa Demokratik de jî ev yek heye. Ji bo parastina hemû berhemên civakê, hemû mirateyên dîrokî, tû neçarî ku beramberê zextên ku li ser te tê meşandin biparêzi. Û li hemberê wî jî tû alternatifa xwe ya çareserî bixi holê. Ji ber ku pergala kapîtalizm, netewên serdest ji bo civakekê aboriya wî, komînalbûyîna wî, berhemên wî ji bo xwe bidize her tişê li ser wî civakê dike. Destpekê êrîşên cihên wî yên dîrokî dike. Cihên wî ya dîrokî tûne dike û bi vî re koka Kûrdan ji holê radike. Dema ev kok rabû jî Kûrd bê parastin dimîne. An go em dikarin bêjin civan bê parastin nikare jiyan bike. Xwe parastin berpirsiyartiyekê mirovahiyê ye. Pêwiste hemû mirov jî bikeve farqa vî tişê de. Taybet ciwanên me ji pergalên derve pir bandor dibin. Ji rêxistina dijmin bandor dibin. Çavlêkirinekê diyar heye. Ger em çavlekirinekê ji derve bikin emê wekê kopyakê jiyan bikin. Ango asibûyîna Kûrdan divê em biyanî nekin. Lewma çiqas ji me tê em nirxên xwe biparêzin, em parastina xwe ya cevherî pêk binin. Ev parastin çî fizikî dibe çî rewanî dibe her dû jî şertên giringin.
Herî dawî jî ez dikarim bejîm; tu hêz, tu civak ger berxwedaniya xwe neke, ger xwe neparêze, ger tekoşîna xwe ya parastinê neke nikare jî serketinê bi dest bixe. Vêya gihandina serkeftinê yekem car Xwe Parastin e. Dema ku te xweparast tuyê bikaribi civaka xwe jî biparêzî.
Yek, pêwiste serî de ciwan xwe bi rêxistin bikin. Dûyemîn, hêza xwe ya çalakbûyînê derxine holê. Ya seyêmin jî divê perwerdeyekê leşkerî bibine. Ya çaremin jî perwerdeyekê îdeolojî lazim dike. Ya pêncemin jî divê hemû dezge û saziyên civakî de bikaribe cihê xwe bigre. Jiber ku dijmin herî zêde êrîşên cihên sazî û dezge, cihên taybt yên Kurdewariyê dike. Jibo tûnekirina hemû saziyên civakî çî ji destên wan tê dike. Lewma pêwiste ciwanên me cihên saziyên me wek, pêymangeh, komiteya perwerde, meclîs, saziya şehîdan dibe pêwiste her ciwankê cihê xwe tê de bigre, wisa mirateyên heyî biparêze.
Xebatkirin azadi ye. Ger tu ji xebatkirin û ji kedê birevî li wê de re serkeftin jî nabe. Pêwiste ciwanên Kurd xwe, kesayeta xwe, civaka xwe li hemberê êrîşên ji derve; çî derûnî dibe, çî fizikî dibe pêwiste xwe biparêzin û ji bo dijminên xwinxar nebin pergala amûrê. Ciwanên ku parastinê bike, parastina civak û hebûna xwe bike wê her dem wekê sembolek beramberê dijminê xwe raweste. Divêhemû berhem û nirxên civakî bê navber bide berdewam kirin. Ji ber ku xwe parastin di heman demê de nasnameya xwe jî parastin e.
Hevîdar Babat:
Sê şertên bingehîn ya jiyanê hene. Ev xê zêdekirin e, xwe têkirin e û xwe parastin e. Ger tû xwe ne parêzin tû nikarî jiyana xwe berdewam biki. Zimanê me, çanda me, welatê me hemû ji qirkirinê re tê derbaskirin. Dijminê mirovahî ji her çar milan ve şerê me dikin. Şerê taybet, şerê psikolojîk, şerê bi tang û topan heye, şerê qirkirinê li ser gelê Kurd pêk tîne. Ji ber wî gelê Kurd mecbûre erkên xwe yên xwe parastinê pêk bine. Dewlet dixwazin zêdetir li ser jinên ciwan civakê talan bikin, jiber wê yekê erkê hemû jinên ciwan e ku xwe biparêzin û xwedî zanabûna derbikevin.
Em wekê ciwanên Wargehê şerê ku li ser me tê meşandin gelekê giran e ji ber ku dijmin li derdora me dorpeç kiriye. Ji ber vê ji li hemberê hemû êrîşên ji derve tên em çawa bertek bidin nîşandan divê em amade bin. Pêşî divê em di milê şerê taybet de xwe biparêzin. Pêwîste em xwe biparêzin li hemberê êrîşên şerên taybet, şerên talankirinê, li hember êrîşên çandî, êrîşên dîrokî, ziman, erîşên fizikî… Divê em li gor vê tevbigerin sekna xweli hember wan xurt bikin. Şerê tang û topan em dibînin. Ew berbiçav e. Lê şerê taybet wek hucreyekî kanserê xwe di nav me de belav dike. Ji ber vê yekê divê em pêşi bizanibin şerê taybet çiye û emê çawa têdbirên xwe beramberê wî bigrin. Pêwiste civaka me bikeve farqê de şerê taybet çiye û çawa parastina xwe li hemberê wî bike. Ger şerê taybet hat fêm kirin û parastina xwe li hember wî pêşxist pêwistî bi tiştekî din nake.