ŞENGAL- Li Şengal ê tûrnûvaya fûtbolê bi dawî bû. Turnuvaya ku ser navê Şehîd Sadûn Elî Mirza hatibû vekirin bi tevlîbûna 30 tîman 15 rojan berdewam kir. Duh di fînalê de tîma Xebat Qewala ya Şengalê bi tîma Til Binat re derket pêşberî hev. Di dawiyê de tîma Şengalê 2 li hember 1 bi ser ket.
Ew tûrnûva ji aliyê Yekitiya Ciwanên Êzidxan ve ji bo bîranîna Şehîd Sadûn hate lidarxistin. Şehid Sadûn, rêveberiya Saziya Malbatên Şehidan a Şengal ê bû û 2 ê adara 2024 di encama êrişekê hawayî dewleta Tirk a dagirker de şehid ket. Di dawiya tûrnûvayêde endamê Yekitiya Ciwanên Êzidxan Zerdeşt Şemo axivî û got em keda Şehid Sadun di şoreşa Şengal de ji bîr nakin, emê bi xebatê xwe xeyalên wî pêk bînin û soza me ye ku em tola hemû şehîdan rakin. Ser navê malbata Şehîd Sadun jî Îsa Şengalî û keça Şehid Sadun amade bûn.