NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê şehîd Çekdar Amed di salvegera 12’emîn a şehadeta wî bi daxuyaniyekî nivîskî bibîranîn û peyamekî ji raya giştî re dan. Şehîd Çekdar Amed, ji navçeya Pasûr a Amedê, ji bo rêxistinkirina ciwanan li Efrînê kedekî mezin da û ji ber vê yekê di 4’ê Tîrmeha sala 2012 de bû hedefa çeteyên girêdayî “Artêşa Azad” û bi îşkence hat şehîdxistin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger diyar kir ku Şehîd Çekdar Amed yek ji pêşengên şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû û ku li ser şopa tekoşîna wî ev şoreş hat mezinkirin û parastin. Her wiha, Ciwanên Şoreşger banga xurtkirina tekoşîna li dijî dijminên gel kir û soza şopa rêyê şehîdan û tolhildana wan da.
Daxuyanî wiha ye:
“Ji bo raya giştî
Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi pêşengiya ciwanên şoreşger û kedkar hatiye ava kirin. Yek ji wan şoreşgerên lehêng jî Şehîd Çekdar Amed bû. Di demekî ku rihê serhildanê li Rojavayê Kurdistanê germ dibû û bingehên şoreşê dihatin xurtkirin, Çekdar Amed derbasî bajarê Efrînê bû. Li wir, şehîd Çekdar bi hedefên mezin ketiye nav kar û xebatê rêxistinkirina ciwanan û avakirina hêzên xweparastinê. Bi taybetmendiyên xwe şehîd Çekdar ketiye nav dilê gel û ciwanan de û bû pêşengê tevgera ciwanên apoyî. Bi vî awayî, rêheval Çekdar bû hedefa dijminên şoreşê, ku wî bi awayekî hovane li malekî bi îşkence şehîd xistin. Hêrsê gel zêde bû û van kesên ku îxanet li gelê xwe dikirin bi erdê kirin yek. Çiqas windahiyekî giranbuha bû, çek û tekoşîna şehîd Çekdar Amed li erdê nemabû û gelê Efrîn û gelê Rojayê Kurdistanê, bi pêşengtiya ciwanên apoyî, 2 hefte şunda bi bidestxistina bajarên xwe meşa xwe ya azadiyê ji tevahî cîhanê re ragihand. Li ser şopa tekoşîna şehîd Çekdar bi hezaran ciwan xwe bi rêxistin kirin û jiyanekî bi rûmet di axa xwe de parastin.
Piştî 12 sal ji şehadeta Çekdar Amed û ji şoreşa 19’ê Tîrmehê, tekoşîna azadiyê apoyî li çar aliyên cîhanê belav bû. Di heman demê de jî, dijminên şoreşê nesekinîbûn. Ji xaynên vê axê, dewletên faşîst ên herêmê heya hêzên hegemon ên navnetewî jî hewl didin dîsa axa me dagir bikin û bikin dojeh.
Kesên ku li Efrînê rêheval Çekdar Amed bi hovîtî şehîd xistin, îro beşdarî dagirkirina bajarê Efrînê dibin û talankirina wê. Çawa 12 sal berî bersivekî xurt li hemberî şehîdxistina Çekdar Amed hat dayîn, îro jî bersivekî bi heman rengî li hemberî dijminên gel pêwîst dike. Em jî weke Tevgera Ciwanên Şoreşger ji nû ve soza şopa rêya şehîd Çekdar Amed û tevahî şehîdên şoreşê didin û emê bi vê rihê heya dawî, bi dilsozî û bê westandin ji bo rizgarkirina axa xwe û avakirina jiyanekî azad têbikoşin.
4’ê Tîrmehê 2024
Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê”