DÊRAZOR – Ji aliyê Komîteya Jinên Ciwan a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Dêrazorê ve semînerekî li ser dîrok û têkoşîna jinê li Meclîsa Dîbanê hat dayîn.
Hat destnîşankirin ku destkeftiyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, encama têkoşîn û fedakariya wan a ji bo doza azadî, rûmet û pêşeroja xwe. Her wiha hat diyar kirin ku ev şoreş ji jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re modeleke nîşan dide û îspat dike ku jin beşekî bandorker ê civakê ne û dikarin dîrok binivîsin.