BEHDÎNAN- HPG BIM bi daxuyaniya niviski diyar kir ku ji bo bîranina fermandara mezin Şehîd Axin Muş Yekiniya wan ya Şehîd Axin Muş (Hulya Demîrer) 4 çalakiyên wesayîtên hewayî pêk anîne.
Daxuyaniya HPG wiha ye:
Ji çapemenî û raya giştî re!
Yekîneya me ya Şehîd Axîn Mûş ku ji bo bîranîna hevrêya me ya fedayî Axîn Mûş (Hulya Demîrer) ku endamê Konseya Fermandariya HPG û YJA Starê û fermandara Tabura Nemiran û Eyaleta Amedê bû hate avakirin, 4 çalakiyên cuda çalakiyên bi balafiran pêk anîn.
Yekîneya me ya Şehîd Axîn Mûş a ku di 4’ê Tîrmeha 2024’an de li ser dagirkerên ku dixwestin xwe li herêma Sergelê bi cih bikin kirin hedef, du caran li leşkerên dagirker ên li hev kom bûne, carekê jî wesayîta zirxî ya bi tîpa Kîrpî û carekê jî li cebilxaneya dagirkeran xistin. Bi giştî di 4 çalakiyên hewayî yên ji aliyê Yekîtiya me ya Şehîd Axîn Mûş ve hatin lidarxistin; 5 dagirker hatin cezakirin, 1 wesayîta zirxî ya bi tîpa Kîrpî û cebilxaneyên dagirkeran hatin rûxandin.
5 Tîrmeh 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê