NAVENDA NÛÇEYAN-
Duh bi şev jî bi dehan wesayîtên zirxî yên dewleta Tirk ketin nav xaka Başûrê Kurdistanê, sewqiyat heya derengî dewam kir.
Sewqiyata leşkerî ya artêşa Tirk a li nava xaka Başûrê Kurdistanê didome. Li gorî agahiyan duh derengiya şevê jî bi dehan wesayîtên zirxî derbazî Başûrê Kurdistanê bûne.
Li gorî agahiyan, gelek wesayît di nav gundê Sergelê ya Amêdiyê re derbaz bûne û berê xwe dane Amêdiyê.
Tevî dagirkeriye bi eşkere heye û rojane bi sedan leşker û wesayîtên zirxî derbazî xaka Iraq û Herêma Kurdistanê dibe, rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê bêdengiya xwe diparêzin.