BEHDÎNAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî agahiyên li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ragihand. 1 dagirker hatiye cezakirin, 3 dagirker birîndar bûne, 1 kepçe, 1 mewzî û 1 wesayîta zirxî hate derbkirin.
Daxuyanî wuha ye:
“Ji çapemenî û raya giştî re!
Agahiyên li ser çalakî û êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:
1. Herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê;
– 4’ê Tîrmehê saet 16:15’an de li herêma Berxwedan ya Girê FM dagirker bi taktîkeke sabotajê hatine gulebarankirin.
– 4’ê Tîrmehê saet 21:45’an de dagirkerên herêma Berxwedan ya Girê Cûdî bi çekên giran hedef hatin girtin û gulebaran kirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
– 4’ê Tîrmehê di navbera saet 09:00 û 15:00’an de li herêma Berxwedan ya Sergelê, dagirker bi çekên giran 8 caran hatin gulebaran kirin. Di van çalakiyan de 1 doçka û wesayiteke zirxî hate derbkirin.
– 4’ê Tîrmehê saet 12:50, 13:50 û 18:45’an de li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê, dagirker bi çekên navîn ên otomatîk û giran hatine gulebarankirin û çeperek hate derbkirin.
– 4’ê Tîrmehê saet 22:30’an de, dagirkerên herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran hedef girtin û gulebaran kirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
– Di 4’ê Tîrmehê de dagirkerên ku xwestin ber bi gundê Sêgirê yê kevin ê herêma Berxwedana Girê Amediyê ve bi pêş ve biçin, bi taktîkeke sûîqestê hatin gulebarankirin û 1 dagirker hate cezakirin.
– 4’ê Tîrmehê saet 22:20’an hêzên me li Girê Baharê mudaxaleyê li helîkopterên ku xwestine dakevin qadan kirin.
2. Herêma Xakurkê;
– 4’ê Tîrmehê saet 11:30’an de li herêma Berxwedanê ya Şekîf dagirker bi taktîkeke sabotajê hatiye gulebarankirin.
3. Herêma Metîna;
– Di 27’ê Hezîranê de rez û baxçeyên gundên Dergelê, Bazê û Mîska ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatin bombekirin. Piştî şewata ku di vê bomberdûmanê de derket, rez, baxçe û malên gundê Dergelê şewitîn. Artêşa Tirk a dagirker ku bi wesayîtên zirxî ketine gundên Dergelê, Bazê û Mîskayê, hewl dide şêniyên herêmê koçber bike û bi şewitandina gundan vala bike.
– 4’ê Tîrmehê saet 06:50’an de, dagirkerên ku ber bi gundê Mîska ve bi pêş ve diçûn, bi taktîka sabotajê hatin gulebarankirin û 3 dagirker birîndar bûn.
4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî;
– Di 4’ê Tîrmehê de tunelên me yên li herêma Berxwedanê ya Girê FM 7 caran bi gazên kîmyewî û 8 caran jî bi teqemeniyên qedexe hatin bombekirin.
5. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
– Di 3 û 4ê Tîrmehê de, herêmên Kendekola û Berbizinê yên ser bi Ji aliyê balafirên şer ve bi giştî 30 caran hatiye bombekirin.
– Di 4 û 5ê Tîrmehê de herêmên Xakurkê, Şehîd Delîl a rojavayê Zapê ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hatin bombekirin.
5 Tîrmeh 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê”