NAVENDA NÛÇEYAN-
Ew qetliam li wan ku direvin
Ew qetliam li wan ku dimînin
Tiştê ku me re dimîne tekoşîne
Ewropa bi salan li ser pirsgirêka penaberan nîqaş dike. Çend sal bu bi gotinên demokrasîyê û mafên mirovan li ser vê diaxivin ku ew çawa bikaribin ew mirovên ku ji welatên xwe direvin û tên Ewropa û li wir mafê xwe ya penabertiyê, ya ku li mafên mirovan de hatiye diyar kirin, bikartînin, asteng bikin.
Dema mirov li gotinên wan binêre wê mirov rastiyê nebîne. Ji ber ku Ewropa pir baş dikare pratîkên xwe di bin peyvên xweş veşêre û her kesê re bide bawer kirin ku ew, ango Ewropa, parastina mafên mirovan dike.
Ji ber vê emê li pratîka Ewropa binêrin da ku em rastiya siyaseta Ewropa baştir fêm bikin. Piştî ku li Sûriyê şer destpêkir bi hezaran, bi mîlyonan mirov bûn penaber. Ew destpêke de çûn Tirkiyê da ku ji wir derbasê Ewropa bibin.
Serokvezîra Elmanya yê wê demê (Angela Merkel) di raya giştî de destên xwe vekir û penaberên li Elmanya bi xêrhatinê pêşwazî kir. Lê belê heman demê de ew di odeyên civînên li Enqerê de bi dewleta dagirker a tirk hevpeymanêke reş û tarî mohr kir.
Hiqumeta tirk ya faşîst hîşt ku penaber ji Sûriyê werin. Lê belê ne tenê ji Sûriyê, piştê ku bi vekişandina NATO yê Kabîl ket destê Talîbanê, bi hezaran kes ji Afganîstanê jî ji mirin û êşkenceyê reviyan û hatin.
Tirkiyê ji bo penaberan pira gîhiştina Ewropa ye. Ji bo Ewropa jî Tirkiyê cihê nobet û parastinê ya stratejîk e, ya ku nahêle penaber derbasê Ewropa bibin.
Axaftin çêbûn û bazirganî jî çêbûn. Encama vê jî dîwarek ji beton û hesin li ser xeta sînora Tirkiyê û Sûriyê bû ku ji aliyê leşkerên tirk, tankan û çeperên parastinê ve tê çavderî kirin. Ewropa jî piştgiriya vê ya madî kiribû. Li ser xeta sînora Tirkiyê û Îranê jî dîwarek hat avakirin û Ewropa ji bo vê 200 milyon euro xerc kiribu.
Li aliyê din jî Tirkiyê re vekirina rêya niqaşan ji bo beşdarbûyîna Yekitiya Ewropa raber kirin, 6 milyar euro dan Tirkiyê û hêsankirina standina vîzeyan ji bo hemwelatiyên Tirk ku dixwezin biçin Ewropa çêbu. Ew tişt hemû ji bo ku mirovên penaber nekaribin derbasê Ewropa bibin.
Dewleta tirk a dagirker, ku bi polîtîkayên xwe yên qirkirinê hemberê gelê Kurd, bi xwe jî sedema koçberkirin û penaber bûyîna bi hezaran mirovan e, di asta stratejîk de bû cihê komkirina penaberan.