STRASBOÛRG – Jinên ciwan ên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO çalakî li dar xistin, îro jî çalakiya xwe bi şanoyê berdewam kirin. Jinên ciwan ên beşdarî pêşandana şanoyê bûn ji ajansa me Nûçe Ciwan re axivîn û armanca çalakiya xwe anîn ziman.
Nikarin fikrên Rêber APO bixin zindanê
Hannah Schmîdt a ji bajarê Aachen ê Elmanyayê beşdarî çalakiyê bû wiha got: “Em bi endamên TekoJIN û jinên ciwan ên enternasyonalîst ên ji çar aliyên Ewropayê re ne. Em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO hatin gel hev û çalakî li dar xistin îro roja duyemîn a çalakiya me ye, me duh bi maratonekê dest pê kir, me li tevahiya bajar geriya. Îro şanoya me hebû.”
Hannah Schmidt di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser êrîşên hêzên komploger ku 25 sale di şexsê Rêber APO de li ser tevahî gelên azadîxwaz û tevgera azadiyê û got “Em dixwazin hebûna xwe li her derê nîşan bidin.”
Em dev ji vê yekê bernadin
Hannah Schmidt diyar kir ku divê fikrên Rêber APO bigihêje hemû jinan û wiha got: “Em li vir in, ji ber ku fikrên Rêber APO bi taybetî weke jinên ciwan rêya azadiyê nîşanî me dide. Ji ber vê yekê em fikrên wî didin jiyîn. Em dev ji vê yekê bernadin. Demek dirêj e em vî karî dikin. Niha em ê li Strasboûrgê bidomînin.”
Hannah Schmîdt, diyar kir ku bi şanoyê hewl dane nîşan bidin ku modernîteya kapîtalîst çawa êrîşî jinên ciwan dike û wiha got: “Bi şanoyê me nîşan da ku êrîşên li ser jinan bi taybet jinên ciwan hene. Em van êrîşan dibînin, lê em ê nehêlin me bitirsînin.”
Hannah Schmidt da zanîn ku ew fikrên Rêber APO ji xwe re model dibînin û dixwazin bixin pratîkê. Her wiha bang li jinên ciwan kir ku piştgiriyê bidin çalakiya xwe û wiha got: “Û ev çalakî nîşan dide ku em ê neyên rawestandin.”
Çareserî Konfederalîzma Demokratîk e
Lûcîa Îyar a li bajarê Torîno yê Îtalyayê beşdarî çalakiya protestoyî bû got, “Îro ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO me li Strasboûrgê çalakiyek li dar xist. Me şano lîst. Me bi hev re pirsgirêkên ku em weke jinên ciwan rû bi rû mane pêşkêş kirin û bi hevalên xwe yên jin re min pirsgirêka milîtarîzmê lîst. Me hewl da ku bi hemû hêza xwe çareserî çawa be derxinin holê.”
Lucîa Îyar destnîşan kir ku çareserî Konfederalîzma Demokratîk e û got, “Em bawer dikin ku çareserî di felsefeya Rêber APO de ye. Dema ku me di lîstika şanoyê de êrîşê me dikir, gelek kes rawestiyan, pirs kirin û bi eleqedar li lîstikê temaşe kirin meydanê.”