DRAGUIGNAN – Li bajarê Dragûîgnan ê Fransayê bi pêşengiya ciwanên endamên CKF (Ciwanen Kurdistani en France) meşek hat lidarxistin.
Ciwan ji bo Rêber APO yê ku di pergala qirkirina Îmraliyê de dîl hat girtin û 40 mehin agahî jê nayê girtin daketin qadan û tecrîda li ser Rêber APO protesto kirin.
Her wiha ciwanan êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Başûrê Kurdistanê di çarçoveya planên xwe yên dagirkeriyê yên nû û xeta xiyanetê ya PDK’ê de şermezar kirin.
Di çalakiya ku li ber Dragûîgnan La Poste destpê kir û heta avahiya walîtiyê dewam kir, timî dirûşmên “Bijî Serok APO” û “Ji Rêber APO re azadî” bi zimanê Fransî hatin qîrîn.
Girseya gel hat ber walîtiyê û li vir piştî deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê axaftinek kir.
Li ser navê ciwanan Erhan Kop axivî û got, “Em weke ciwanên Kurd ên li Ewropayê heta ku tecrîda li ser Rêber APO rabe em ê her tim li qadan bin. Çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn Rêber APO ye.”
Kop bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Başûrê Kurdistanê û got: “Dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê sûcên şer dike. Bêyî ku tu mafên navneteweyî bide, mirovan ji malên xwe derdixe. Her çiqas mafê wan tune be jî nuqteyên kontrolê ava dikin. Divê gelê Başûr li dijî vê yekê rabe ser piyan û xwedî helwest be.”
Di çalakiyê de pankartên “Dawî li dagirkeriya Tirk bînin” û “Ji Abdullah Ocalan re azadî” bi zimanê Fransî û alên Rêber APO hatin hildan.