DÊRAZOR – Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Dêrezorê îro li ber avahiya Meclisa daxuyaniyekî da ji raya giştî re.
Daxuyanî wiha ye:
“Di destpêkê de em kampanyayên girtin û zextên li ser gelê Sûriyê li herêmên dagirkirî yên Tirkiyê bi destê hêz û îstixbarata Tirkiyê şermezar dikin.
Em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyên ku ji aliyê artêşa Tirk ve hatine qetilkirin û ji birîndaran re jî sersaxiyê dixwazin. Em dengê xwe bilind dikin ji hemû Sûriyeyiyên azadîxwaz ên ku helwesta xwe li hember siyasetên dijminatî û nijadperestî yên ku ji aliyê rayedarên Tirkiyê ve li dijî penaberên Sûriyê û welatiyên Sûriyê yên li herêmên dagirkirî têne meşandin, tînin ziman. Ji bo kurê Dêrazorê yê ji gundê El-Şahil ê ku di bûyerên Qeyseriyê de ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hat qetilkirin jî em sersaxiyê dixwazin.
Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Dêrazor
06.07.2024”