STRASBOURG – Çalakiyên Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) û jinên ciwan ên enternasyonalist ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO îro di roja xwe ya 3’yemîn de berdewam dikin.
Çalakiyên ku di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî û Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” hatin lidarxistin wê heta 7’ê Tîrmehê bidome, îro di roja 3’yemîn de bi semînera “Rastiya Rêber APO” û li ber Gara Trenê ya Navendî ya Strasboûrgê pêşandana govendê dewam kir.
Di semînera “Rastiya Rêbertiyê” de bal hat kişandin ser rola ku îro li cîhanê Rêber APO dilîze, bi taybet tecrîda girankirî. Hêza bîrdozî ya li hev komkirina gelan ji çar aliyên cîhanê, bi taybetî jinan hate gotin.
Xwendin û têgihiştina Rêber APO divê bibe şêwazê jiyanê
Bersivên ji bo pirsa “Dema ku behsa Rêber APO tê kirin, tu çawa dibînî?” hatin dayîn. Jinên ciwan diyar kirin ku bi aştiyeke mezin li ser rêya azadiyê ya ku Rêber APO ji jinan re vekiriye meşiyan û nîqaşên xwe berdewam kirin.
Jinên ciwan destnîşan kirin ku rêya xwe nasîn û bidestxistina nasnameyê hem ji aliyê fikrî û hem jî di aliyê hestiyar de yekbûna bi Rêbertî re ye. Her wiha hate destnîşankirin ku divê xwendin û hîskirina Rêber APO ji bo jina ciwan bibe şêwazê jiyanê.
Jinên ciwan diyar kirin, “Rastiya Rêbertiyê ew e ku em weke gel û jin rêhevaltî, cesaret û hêzê tê de bigirin.” Jinên ciwan nîqaşên xwe kûr kirin û li ser rol û mîsyona jinên ciwan nêrînên xwe pêşkêş kirin. Di axaftinan de kesayeta serketî ya Rêber APO ku bandorek mezin li ser jinên ciwan kir derket holê. Di semînerê de coş û baweriya bi serketinê zêdetir bû û gotina Rêber APO ya “Hûn jinên ciwan divê min baş fêm bikin, ji ber ku guhertina zihniyetê di destê we de ye” hate bibîranîn.
Semîner bi dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Serok APO” bi dawî bû.
Piştî semînerê jinên ciwan li Gara Trenê ya Navendî ya Strasboûrgê belavokên der barê 40 mehan de agahî ji Rêber APO nayên girtin û pergala qirkirina Îmraliyê belav kirin û bal kişandin ser tecrîda mutleq a girankirî ya li ser Rêber APO.
Jinên ciwan ên ku li Gara Trenê ya Navendî ya Strasboûrgê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin, ji bo azadiya Rêber APO qêriyan.
Jinên ciwan ên ku ji her du aliyan ve bi dîlanên herêmî ketin hundir, bala hemû gelê herêmê kişand. Di dawiyê de jinên ciwan hatin gel hev û ji bo azadiyê govend gerandin û bi dirûşmeya “Bijî Serok APO” dawî li çalakiya xwe anîn.