PARÎS – Gelê Kurdistanê ku di pêşengiya ciwanên endamên TCŞ’ê de li hev civiyan, ji bo şermezarkirina 40 mehin agahî nebûna Rêber APO û dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Başûrê Kurdistanê destpê kir, meşek li dar xistin.
Girseya gel di çarçoveya pêngava “Ji Rêber APO re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” li qada Melûn bi alên Rêber APO dest bi meşê kirin û bi dirûşmeyên “Bimre Xiyanet” bertek nîşanî hevkariya qirêj a PDK’ê ya bi dewleta Tirk a faşîst re dan.
Girseya gel hat Gara Trenê ya Melûn û ji bo Rêber APO ê 25 sal in di pergala îşkenceya Îmraliyê de dîl tê girtin, daxuyaniya çapemeniyê da.