NAVENDA NÛÇEYAN- Hemdemê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst yên ser devera Amêdiyê, bi rêya Korek Telecomê nameyên kurt ji welatiyan re tên şandin. Her wekî ku Amêdiyê beşeke ji xaka Tirkiyeyê, di peyamên tên şandin de “hêviya geşteke xweş ya ji bo Tirkiyeyê ji we re dixwazîn” tê nivîsîn.
Welatiyên navçeya Amêdiyê ya girêdayê parêzgeha Duhokê bi hêrseke mezin û di nava fikaran de nerazîbûna xwe li dijî şîrketa peywendiyan ya Korek Telecomê nîşan da. Di peyamên ji welatiyên Amêdiyê re tên şandin de her weke ku Amêdiyê xaka Tirkiyeyê ye peyama “hêviya geşteke xweş ya ji bo Tirkiyeyê ji we re dixwazîn” tê şandin.
Yek ji welatiyên mexdûrê peyama Korek Telecomê hêrsa xwe bi van gotinan tîne ziman; “Dema ez diçim devera Amêdiyê peyamek bi rêya Korek Telecomê ji min re hat ku bi xêrhatin li min hat kirin ku her wekî ez derbazî nav xaka Tirkiyeyê bûmne. Ev yek min bi hêrs û dilteng dike. Ji ber ku li ser xaka xwe Kurdistanê ne. Em vê yekê qebûl nakin ku li ser xaka xwe peyamên xêrhatinê ji welatên din bigirin.”
Her wiha got; “Ev peyamên bi rêya Korek Telecomê li ser navê Tirkiyeyê ji me re tên, bîra wê yekê tîne me wê ev dagirkerî li ser xaka me mayinde be. Ev rewşe tê jiyîn nîşana cûrek ji dagirkeriya fermiye ku di navbera bêdengiya hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de.”
Şîrketa peywendiyan ya Korek Telecomê ku xwediyê wê malbata Barzanî ye heta niha tu daxuyanî têkildarî şandina van peyamên dagirkeriyê ji welatiyên Amêdiyê re nedaye. Welatiyên deverê jî banga lezgîn li Korek Telecomê kirin ku demildest tedbîrên pêşîlêgirtina van peyamên dagirkeriyê bigirin, rêzê ji taybetmendiya nasnameya xelkê Amêdiyê yê Kurd bê girtin.
Korek Telecom yek ji şîrketên mezin yên peywendîkirinê yên Herêma Kurdistanê ye û xwediyê wê jî malbata Barzanî ye. Her çiqas Korek Telecom weke şîrketeke navxweyî tê nîşandan jî, li gor çavdêran bandora derve li ser kar û xebatên vê şîrketê heye ku bi taybetî jî dewleta Tirk.
Çavkanî: Rojnews