NAVENDA NÛÇEYAN
Rêxistina CPT ya Emerîkayê di rapora xwe ya herî dawî de ragihand ku di encama leşkerkêşan û bombebaranên Tirkiyeyê de 20 hezar donim zevî û darên xwezayî şewitîne. Her wiha CPT da zanîn ku ji destpêka salê ve hezar û 76 caran êrişî Başûrê Kurdistanê hatiye kirin ku di encamê de 162 gund hatine valekirin û zêdetirî 602 gund jî li ber metirsiya valebûnê ne.
Tîma Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê ya li Kurdistanê-Iraqê (CPT) di derbarê tevger û leşkerkêşana herî dawî ya dewleta Tirk a dagirker ya li sînorê parêzgeha Hewlêrê de raporek nû belav kir.
Di rapora nû ya ku CPT belavkirî de wiha hate ragihandin: “Di 15’ê Hezîrana 2024’an de artêşa Tirk a dagirker li devera Berwarî Bala dest bi êrişek nû ya leşkerî kiriye û li 6 gundên li sînorê navçeyê jî tetbîqata leşkerî pêkaniye. Her wiha di 25’ê Hezîranê de artêşa Tirk li navbera gundên Babîrê û Kanî Bilavê seytereyek ava kir. Di rojên piştre de artêşa dagirker dest bi çêkirina 7 baregehên leşkerî yên nû kir. Di roja 27’ê Hezîranê de leşkerên Tirk ketin nav gundên Dergelê û Musa Begê û welatiyan neçar kirin ku gundê xwe vale bikin.”
CPT heman raporê de diyar kir ku di vê leşkerkêşana dewleta Tirk de 238 caran xaka Başûrê Kurdistanê hatiye bombebaran û topbarankirin ku di encamê de jî li herêmê 20 hezar donim zevî û daristan şewitîne. Hate destnîşankirin ku tenê li gundê Sergelê nêzîkî sedan 55’ê daristan û zeviyên welatiyan şewitîne.
Her wiha hate ragihandin ku di êrişên berdewam ên Tirkiyeyê de 162 gund li Başûrê Kurdistanê hatine valekirin û zêdetirî 602 gund dibin metirsiya valekirinê dene.
Welatiyên gundê Sergelê ji CPT’ê re piştrastkirin ku di sibeha 4’ê Tîrmehê de hêzek artêşa Tirk li gel nêzîkî 40 wesayîtên zirxî û leşkerî ketine nava gundê wan û hêzekê jî li pişt gundê Sergelê bi cihkirine. Gundî ditirsin ku ev êriş berdewam bibin û bibe sedema koçberbûna gundiyan û valebûna gundê wan.
CPT di rapora xwe de eşkere kir ku ji destpêka Çileyê heta dawiya Hezîranê, dewleta Tirk hezar û 76 caran Başûrê Kurdistanê êriş û bombebarankiriye ku 526 ji wan li sînorê parêzgeha Dihokê, 405 li sînorê parêzgeha Hewlêrê, 135 li sînorê parêzgeha Silêmaniyê û 10 êriş jî li sînorê parêzgeha Nînowayê hatiye pêkanîn. Hate diyarkirin ji sedan 95’ê êriş û bombebaranan bi balefirênşer hatiye pêkanîn.
Di sala 2023’yan de artêşa Tirk hezar û 548 caran êrişî xaka Başûrê Kurdistanê kiribû.
Di rapora CPT belavkirî de hate diyarkirin ku li gel şehîdbûna 8 welatiyan, di êrişên artêşa Tirk de aborî, xanî û mal û milkên welatiyan ziyanek mezin pê ketine. CPT got, di êvara 4 û 5’ê Tîrmehê de du top li nav malên gundê Guherzê ketin û encamê de ziyan gihişt 3 mal û wesayîtek yên welatiyan.
CPT di dawiya rapora xwe de wiha ragihand: “Em bi fikarek mezin li operasyona dawî ya artêşa Tirk û bandora wê ya li ser welatiyan û mal û gundên dinêrin. Ger operasyonên leşkerî berdewam bikin, em ditirsin ku bi sedan malbatên sivîl ji bajarokê Amêdiyê koçber bibin.”