NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Yurtsever Gençlikê ku du mehan carekê bi zimanên Kurdî û Tirkî ji bo ciwanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê derdikeve, hejmara Tîrmeh-Tebaxê bi sernavê Bi dirûşma “Ji bo hilweşandina faşîzmê em li gerîla de bên cem hev” derket.
Di kovara ku bi perspektîfa Rêber APO dest pê dike de, perspektîfên Ciwan û Jinên Ciwan di bin sernavên cuda de ronî li ciwanan dike.
Di beşa “Jiyana Gerîla” de du nivîsên cuda yên bi Kurdî û Tirkî yên li ser Şehîd Bişeng, Şehîd Sara û Fermandarê Efsanewî Egîd li benda we ne.
Di beşa “Nirxandin” de; Nivîsên bi sernavên “Roj roja bilindkirina gerîlayên azadiyê ye”, “Divê ciwanên Apoyî mîrateya Apoyî biparêzin”, ji pênûsa Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan “Pergala Perwerdehiya Neteweya Dewletê Komkujiya Zihniyetê ye” û “Stêrka Ciwanan Alî Çîçek” henin.
Di beşa “Kurdistan û Dîrok” de hûnê du gotarên cuda yên derbarê bajarê Cizîrê de, bi Kurdî û Tirkî bibînin.
Di beşên “Çand û Huner” û “Ji Edîtorê” de danasîna pirtûk, karîkatur, pirs û gotarên bi navê “Çand û Ziman” hene.
Hûn dikarin bi navnîşanên jêrîn xwe bigihînin Kovara Ciwanên Welatparêz.
https://t.me/yurtsevergenclik
https://t.me/KmlnCwn
PDF: