NAVENDA NÛÇEYAN- Baregehek ya hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê li gundê Sergelê ye devera Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate bombebarankirin.
Îro êvarê li devera Behdînan gulek ya topê avêt baregehek ya pêşmergeyan ku dikeve devera Nihêlê ya nêzîkî gundê Sergelê yê girêdayî navçeya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Duhokê.
Heta niha ziyanên topbaranê nehat zanîn û heta niha hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê êrişê de tu daxuyanî nedane.
Topbarankirina baregeha pêşmergeyên Herêma Kurdistanê hevdemê berfirehkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û amadekariyên dagirkirina Başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê ye.