HAMBÛRG – Li Hambûrgê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakiyek hate lidarxistin.
Di çalakiya ku ji aliyê ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ve hat organîzekirin de, li dijî sewqiyata leşkerî û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û PDK’ê bertek nîşan dan.
Di çalakiya li ber Hachmannplatz a Hambûrgê de gelek welatparêz û dostên wan beşdar bûn, berxwedana Gerîlaya Azadiyê ya ku tevî îxanet û hemû hêza teknîkî li çiyayên Kurdistanê berxwedaneke bê hempa nîşan da, silav kirin û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kirin.
Di çalakiyê de Parlamenterê Hambûrgê Martîn Dolzer û Parlamenterê berê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan axivîn; Wan bal kişandin ser girîngiya berxwedana gerîlayan a li Herêmên Parastinê yên Medyayê û diyar kirin ku têkoşîna gelê Kurd wê bidome. Her wiha bang li civaka navneteweyî jî kirin û diyar kirin ku divê li dijî polîtîkayên êrîşkar ên dewleta Tirk derkevin.
Nîhat Akdogan, anî ziman ku Rêber APO tevî hemû pergala tecrîd û îşkenceyê berxwedaneke pir mezin daye û got, “Heta ku em welat û zimanê xwe azad nekin û li xaka xwe di nava aştiyê de bijîn, em ê vê berxwedanê bidomînin.”
Nîhat Akdogan: “Rêber APO li dijî pergala qirkirina Îmraliyê li ber xwe dide. Hevalên me yên li girtîgehê jî bi heman rengî li ber xwe didin” û got, “Tişta ku ji me tê xwestin, bi heman hest û heyecanê parastin û berxwedaniya vê têkoşînê ye.”