HESEKÊ- Kongreya 5’emîn ya Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakûr Rojhilatê Sûrî bi ya ku bi dirûşmeya ”Bi şoreşa Jin Jiyan Azadî, azad bike Rêbertî” de hat li dar xistin bi biryarname û plansaziyê ve dawî bû. Kongre di derbarê tekoşina azadkirina fîzîkî ya Rêber APO de gihîşt bîryarên radîqal kû êdî rewşa heyî qebûl nake, li gorî vê şekildayîna kar û xebat biryar hat girtin. Di heman demê de di derbarê tekoşina li dîjî zayenperestî û ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku jinên ciwan jîyan dikin çûne biryar û plansaziyên nû.
Biryarên û plansaziyên ku hatine girtin wuha ne:
“DI DERBARÊ RÊBERTİ DE;
1- YJC Pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixe navenda tevahî têkoşîn, şer û xebatên xwe û li hemberî tecrida ku tê meşandin têkoşînek radîkal kirinê û xeta çalakiyên radîkal esas digre.
2- Hamleya ku di bin dirûşmeya ‘’ ji rêber APO re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî ’’ de, ji bo fiziki azadiya Rebertî hatiye destpêkirin bi rihekî mezin, hewildanek serkeftî, hîn dewlemendtir, radîkal û bi şeweyekî hîn encamgirt re pêşengtî kirinê esas digre.
3- Li hemberî birdoziya Rêbertî seknên ku teng, hêstiyar nêz dibe derbaskirin, seknekê bi zanistî, felsefîk, entelektuelî û jineolojîk were esas girtin. li her dere Rêbertî baştir naskirin, wate dayîn, hûndirîn kirin wek mîjarên hamle destgirtin û pêkanîn.
4- Li qadan komîteyên Rêbertî yê çalakiyan ku werin rexistinkirin re beşdarbûyin û tevlîkirina jinên ciwan aktîfkirin.
6- Li ser esasê nerînên Rêbertî xebatê hişmendî avakirin, aktîf meşandin û mayînde kirin. Di vê çerçoveyê de li ser esasê nerînen Rêbertî, mijar dîyar kirin û xebatên konferans, komxebat, panel, atolye, civîn û hwd. li darxistin.
8- Li ser esase nirxendina Rêbertî ya ku dibêje ‘’ paraznameyê min li kur bin ez li wirim’’ were esas girtin û parastinên Rêbertî di nav jinên ciwan û ciwanan de werin belavkirin.
9- Diyaloqên Rêbertî yê ku bi hevalên jin re bi pirtûkên ‘’ Bi jiyana Azad re Diyalog, Evîna Kurd, Şoreşa Cıvakî û Jiyana Nû û pirtûka Jin û malbat her wiha di hevdîtinên di navbera salên 1999 heya 2015 nirxandinên li ser jinê kiriye xwendin.
10- Di perwerdeyên ku ji bo jinên ciwan tê derxistin de bi taybet beş beş xwendin û niqaşkirina paraznameyên Rêbertî û cur be cur rêxistin kirin, di perwerdeyen de bi taybet li ser tarz, tempo, uslûp û şewazê têkoşîna Rêbertî seknandin û bi tarzeki bandor teyisandin.
12- Dahûrendinên Rêbertî yên bi dîmen, bi jinên ciwan re têmaşe kirin û li gorî pêwîstiyan hinek beş werin kin kirin û ji hemû jinen ciwan re gihandin.
DI DERBARÊ NÊZİKATİYÊN TÊKOŞİNA ZAYENDPERESTİ Û PİRSGİREKÊN JİNÊN CİWAN YÊ CIVAKİ DE;
1- Li hemberî modernîteya kapîtalist ya ku derbarê jinên cıwan û cıwanan de pênseyên ku pêşdixîne, pêşbîniyên ku avadike û tarzê jiyanê yê ku dixwaze avabike falîyetên hişmendî zêde kirin. Her wiha derhaqê mijarên evîn, moda, malbatperestî, lîberalîzm, zayendperestî, estetîzm û modernîtê dinav jinên ciwan de hîn behtir nîqaşkirin û hişmendî avakirin.
2- Li hemberî ferasetên pergela kapîtalîst ya ku her tiştî dixe meta, maddî dike û tîne asta amûrek xerçkirine, bi hişmendî, felsefe û meneviyeta modernîteya demokratîk têkoşîn meşandin.
3- Tespîta ku Rêbertiyê me dide diyarkirin ‘’sedsala 21.’emîn sedsala jinê ye’’ jinên ciwan hîn esas bigirin û di sedsalê têkoşîna jin de asta pêşengtî de tevlîbûyîne raber bikin.
4- Pênaseya şer ya ku wek şerê taybet tê binavkirin û giştî civakê dihewîyene wek feraseteke ku bûye şerek giştî destgirtin, di çerçoveya polîtîkayên qirkirinê de ku jinên ciwan dixe hedefa xwe û li hemberî jinên ciwan polîtikayên fuhuş, tecavuz, madeyên hişbir, sixûrtî, dejenerê dike û hwd.dinav endam û civakê de hişmendiya dijmin mezin kirin, têkoşina birdozî, rexistinî meşandin.
5- Derveyî rastiya dijmin ya leşkerî û fizîkî, suîqastên ku li hemberî jin tên pêkanîn, fuhuş, tacîz û destdirêjî jî wek qirkirin dîtin û li hemberî qirkirina ku jin dixe hedef û pê re qirkirina gelan dixwaze pêş bixîne re têkoşinek radîkal dayîna meşandin.
6- Erîşên ku li hemberî jinên cıwan tên pêşxistin hemû bi plan,bi zanebûn, bi polîtik û li ser esasê rastiya birdozîne. Di nav civakê de pirsgirekên ku jinên ciwan jiyan dikin, bi lêhûrbûnek taybet destgirtin û di çareserî de rê û rêbazen demdirêj, kin, nawîn pêşxistin.
7- Li hemberî erîşên îstismarên zayendî, tacîz, destdirêjî, şîddet yê ku li ser jinên ciwan û zarokan pêk tên helwestên xurt raber kirin, çalakiyên bi bandor derxistin û kesên sûcdar ceza kirin. Ji bo ve jî di çerçoveya parastina cewherî de bîrîm avakirin.
10- pirsgirekên jinên ciwan û erîşên pergela kapîtalist werin teşîr kirin, ji bo alternatîfên wê derxînin holê medya dijîtal bi aktif bikaranîn. Ji bo wê xebatî bîrîmen taybet avakirin.
11- Perwerdeyên jinên ciwan dewlemend kirin, curbecur kirin û balkêş kirin. Di vê çerçoveyê de falîyetên werzîş û çandî jî ergerandîna perwerdê.
12- Derhaqê pirsgirêkên jinên ciwan yê civakî de bi periyodîk analîzên sosyolojîk kirin, encamnameyên wê derxistin. Li beramber wan pirsgirêkan polîtikayên çareserî ava kirin.
14- Qadên sosyal ji bo hatina jinên ciwan li gel hev dayîna avakirin û di ve çerçoveyê de komînên pirtûk xwendin, komînen axê, tevlî ked û berhem avakirin bûyîn, werziş û hwd. avakirina komînan.
Dİ DERBARÊ XEBATÊN BAKUR Û ROJHİLATÊ SURİ Û ROJAVA;
1- Ji dîyalogên Rêbertî yê bi gel û hevalenre wek xebatekî dîtbarî meşandin. Di ve çerçoveyedê ji dahûrendina Rêbertî kurt kurt hinek beş werin amede kirin û gihiştandina hemû jinên ciwan.
2- Xebatê namêyên ku jinên ciwan ji Rêbertî re aktîfkirin, teşwîq kirin û hinek nema jî li ser rêka medya dijîtal werin parve kirin.
5- Hemû xebatê jinên ciwan bi stratejîya şerê gelê şoreşgerî dayîna meşandin, di vê çerçoveyê de ji hemû karen re pêşengtî kirina jinên ciwan.
6- Di çerçoveya xebatên jîneolojî de qampên ku tên vekirin bi nîzamî berdewamkirin û naverok xurtkirin, di heman demê de li hemu qadan komîtên jineolojî bên avakirin û bi rêbazên jineolojîk çareserî bên pêşxistin.
7- Di akademiya Ş.Jiyan Amara ya jinên ciwan ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê rexistinkirin de derveyî mufredata ku hatiye dîyarkirin aktivîteyê sosyal pêşxistin. Derveyî dewreyên navendî, li hemû qadan li gorî xwesertîyên qadan mîjar werin dîyarkirin. Bi taybet şoreşa jin a Rojava vegûhestin û xebatê hişmendî dayîna avakirin, li kêleka wê kamp werin rêxistinkirin.
8- Ji bo jinên ciwan yê ku xwendin û nivîsendina wan tineye, di ser qursên xwendin û nivîsendinê vekirin.
9- Falîyetên girsebûyîn xurtkirin, li hemû qadan de kadroyên sîstemê yê xwedî idea, bi îrade û pêşketî û yê pêşengtî bikin werin avakirin. Di hemû xebatan de jî werin esas girtin.
10- Dewreyên jinên ciwan yê ragihandinê 3 heyva carek bi şewazeki sîstematîk rêxistinkirin, naveroka kovara Silava û programa Pêşeng were dewlemend kirin. Terzê çêker û perwerdeyî esas girtin.
11- Pergela xebatê jinên ciwan ya xwendekara avakirin. Xebatê polîtîkayên ekolojî di milê jinên ciwan yê xwendekar de esas girtin û curbecur hamle pêşxistin.
12- Festîvalên werziş û çandê ya Ş.Stervan derxistin. Heman demê de di 30‘ ê Hezîranê de festîvala Ş.Zîlan li darxistin. Festivala werzişî ya Ş. Nujiyan Öcalan çêkirin.
13- Li her dere şanoyên gerok ê ku li ser pirsgirekên jinên ciwan werin rexistinkirin.
14- Di xebatê inşa de tevlîbûnên jinên ciwan ware aktîf kirin, di komîn û meclîsan de bi tevlîbûnek xurt pêşxistin û pêşengtî kirin.
15- Xebatên jinên ciwan yê koperatîf bên xurtkirin û pirojeyên şênber ji jinên ciwan re bên dayin.
16- Li her qadê helwestekê xurt beramberî pirsgirekên jin yê ku tên jiyandin û li hemberî êrîşên şerê taybet refleksên ciddî dayîna nîşandan. Li ser vî esasî ji xebatê parastina cewherî re giranî dayîn, yekîneyên parastina cewherî û bîrîmen îstîhbarî dayîna avakirin.
17- rojên taybet de li gorî xwesertîyen qada xebatê hişmendî û çalakî pêkanîn.
18- Di Bakûr û Rojavayê Sûrî de ji bo yekîtiyek xurt, bi rexistinî û têkoşîna jin ware pêşxistin ji rêxistinkirina jinên ciwan yên tevahî pêkhateyan re giranî dayîn, bi qezençkirina jinên ciwan re Li Sûrîyê û Rojhilata navîn de vekirin kirina hedef.
19- giranî dayina rêxistinkirina jinên ciwan yên xwendekaran li her derê û bi taybet yên milê rêjîma sûrî dikevin.
20- navendên jinên ciwan li her derê werin vekirin, cihên lê hene jî bên aktîfkirin.”