NAVENDA NÛÇEYAN- Veysî Aktaş ku tevî Rêber APO 40 meh in agahî jê nayê wergirtin, di sala 2016’an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû. Biryara li ser vê serlêdanê hate eşkerekirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê DMME’yê ji ber ‘binpêkirina azadiya îfadeyê’ Tirkiye mehkûm kir.
Her wiha biryar da ku Tirkiye hezar Euro tazmînatê di nava 3 mehan de bide.
Kopya pirtûka ‘Çareseriya Şaristaniya Demokratîk’ a ji 5 bergan a Rêber APO bi rêya postayê ji Veysî Aktaş re hatibû şandin, lê belê Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê nedabû.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî têkildarî mijarê di 6’ê Kanûna 2016’an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabû.