HESEKÊ- Yekîtiya Jinên Ciwan bi dirûşmeya “Bi şoreşa Jin Jiyan Azadî em Rêber APO azad bikin” li bajarê Hesekê 5’emîn kongreya xwe lidar xist.
Di kongreya ku 600 delege beşdar bûn de hate destnîşankirin ku divê jinên ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO û berfirehkirina pergala demokratîk a welat di mezinkirina têkoşînê de rola pêşeng bilîzin.
Endama Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan Hêva Bekir ku fikr û ramanên xwe yên der barê kongreyê de ji ajansa me re vegot, diyar kir ku jinên ciwan piştî xebat û kedekî dirêj îro piştî 5 salan kongreya xwe li dar xistin.
Bekir diyar kir ku kongre li Rêber APO, şehîdan û gerîlayan pîroz dikin û got, “Em Şehîd Vejîn, Şehîd Sara û Şehîd Bişeng bi rêzdarî û hûrmetdarî bi bîr tînin û diyar dikin ku em vê kongreyê diyariya wan dikin.”
Bekîr diyar kir ku kongre di şert û mercên dijwar de pêk hatiye û got, “Tevî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê, bi moral û heyecan mezin hat lidarxistin.”
Heva Bekir da zanîn ku di kongreyê de mijara yekemîn têkoşîna jinên ciwan di xeta Rêber APO de bû û bal kişand ser girîngiya belavkirina fikir û felsefeya Rêber APO ji bo azadkirina her jineke ciwan.
Bekir da zanîn ku xebatên ku di serdema nû de wê herî zêde li ser bisekine dê komun û meclîs bin û got, “Xebatê Yekitiya Jinên Ciwan wê li ser esasê komîn-meclîs were meşandin da ku em bikaribin bi vê reyê xebatê xwe hin zêdetir berfirehtir bikin. ”
Di dawiyê de Heva Bekir diyar kir ku girîngiya xebatên xweparastinê yek ji mijarên kongreyê ye û got, “Îro xuya dike ku hemû dewletên hegemon û desthilatadar dixwazin dest bavejîn nasnameya jinê. Li ser jinên ciwan beramberê wan êrîşan çawa nasnameya xwe biparêzin, wê çawa xwedî cevhera xwe li derbikevin, hat niqaş kirin”
“Navê min Hêva Bekir. Îro pêncemin Kongreya Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Hesekê hat li darxistin. Piştî demekê dirêj ji kar û xebatê jinên ciwan îro, piştî pênç salan kongreya me hat li darxistin. Di serî de em kongreya xwe Rêber APO, şehîdên şoreşê, hevalên ku di çeperan de şer dikin, wan pîroz dikin û vê kongreyê diyarî wan dikin. Heman demê de hevalên ku ev rê ji bo me vekirine û rêya me ronî kirine û di uxira vi welatê de gihiştin asta şehadetê wek; di şexsê Şehîd Bişeng, Şehîd Vejîn, Şehîd Sara em wan jî bi rêzdarî bi bîrtinin û bejna xwe beramberê wan ditewinin û em vî kongreya xwe diyariya wan dikin.
Îro piştî pênç salan Kongreya Yekitiya Jinên Ciwan rixmê hemû rewşên heyî; êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku li ser heremê; jinên ciwan, bi moral, coş û heskirinekî pir mezin vî kongreyê xwe li darxistin. Me dît ku hewcedariyekê mezin heye ku ev kongre were li darxistin, taybet di tûzika Yekitiya Jinên Ciwan de me hewce dît ku guhertin werin çêkirin. Hemandemê de em kongreya xwe diyariya giyanê şehîdên meha Tirmehê ku nêzbûna Şoreşa 19 Tirmehê ye dikin.
Di vi kongreyê de yekemin mijara ku li ser hat niqaşkirin rewşa Rêber APO li pergala îşkenceya Îmrali de bû. Sekna me wek jinên ciwan di xeta Rêbertî de çiye? Me ji bo fizikî azadiya Rêber APO xebatekî çawa daye meşandin? Ji bo jinên ciwanên ku di mal de di qadan de heta niha bin zordariyê de ne, li hemberê wan êrîşên li ser jin me wek jinên ciwan çiqas rexistina xwe mezin kir? Her wija ji bo azadiya her jinekê fikir û ramanên Rêber APO çî astê de hat belavkirin. Di heman demê de di demên pêşde kar û xebatên jinên ciwan de plansaziyên ku werin li darxistin çîne? Wê jinên ciwan çî xebat bidin meşandin? Ev yek hin zêdetir bi sistema nû de li ser were seknandin.
Wê Yekitiya Jinên Ciwan hin zêdetir giringî bide komîn û meclisan. Xebatê Yekitiya Jinên Ciwan wê li ser esasê komîn-meclîs were meşandin, da ku em bikaribin bi vê reyê xebatê xwe hin zêdetir berfirehtir bikin. Dema ku em xebatê xwe berfirehtir bikin emê tiştên ku em dixwazin wê demê berfirehtir bikin.
Hemandemê de me bal kişand li ser xebatên parastinê. Jinên ciwan wê çawa xebatê xwe ya parastinê berfirehtir bike? Bike xebatekê esasî jinên ciwan re. Îro xuya dike ku hemû dewletên hegemon û desthilatadar dixwazin dest bavejîn nasnameya jinê. Li ser jinên ciwan beramberê wan êrîşan çawa nasnameya xwe biparêzin, wê çawa xwedî cevhera xwe li derbikevin, hat niqaş kirin. Wê jinên ciwan li ser esasê stratejiya Şerê Gel a Şoreşgerî xebatê xwe ya parastinê bide meşandin.”