NAVENDA NûÇEYAN-
Hûner şewazekê xwe parastinê ye.
Dijminî hertim, bi sedan cûreyên çekan li beramberî çanda me bikar aniye, lê em êdî pêwîst e bibînîn, ku çand bi xwe dikare bibe çeka herî mezin. Nivîsandina straneka şoreşger bi zimanê Kurdî yan jî nivîsandina helbesteka kurdî di gerdûna wêjeyê yan jî di qada şer de, bi tena serê xwe çalakiyek e. Di dîroka kilamên Kurdî de, mînak pir in, ku bi şêwazekê bê ku dijmin bêbihese, kirinên dijmin tînin ser ziman û li kêleka wê jî ruh û manewiyateka rûhî di xwe de dihewînin. Minaka vê yekê strana “Rabe Cotyar” a hûnermendê nemir, Tehsîn Taha ye. Di vê stranê de, Tehsîn Taha dixwaze bi gotina “cotyar” şexsekî pênase bike, ku di warê me kurdan de, bi rêya çandinê ji miletekî re hêvî û nirxan tîne. Ji ber ku di serdema rejîma BAAS de, gotina stranên şoreşgerî qedexe bû, hûnermendan bi amûran, karan heta bi cilan jî, zordestî û faşîzma rejîmê vedigot. “Cotyar” di strana Tehsîn Taha dikare wekî şoreşgerekî were dest girtin, ku ji gelekî re pêşengtî dike. Beşek ji stranê ev e:
“Ber destê hewe, Cotyar Xelkê hemiya, nanê xwe xwar.”
Di vir de cotyarê ku qala wî tê kirin, bi çandina erdê xwe, ji xelkê re berheman diçîne. Lê belê cotyar belkî ne bi tenê tovekî li ser zevî yan bostanekî biçîne. Belkî bi çandina xwe tovên fikrên şoreşger yan jî kurdperwer di mejiyê civakê ava bike. Û bi vê çandina xwe, xelkê ji hêla rûhî ve têr bike. Gotina stranan, ne bi tenê rêbazekê êş-vegotinê ye, ne bi tenê amûrekê parastinê ye. Di heman demê de, tarzekê êrîşê ye.
Armanca esasî ew e ku, em hevsengiyekê di navbera parastin û êrîşê bi rêya hûnerê bidin ava kirin. Hûnera tevahî gelên bindest, nikare ji rastiya wan a şer were cûda kirin. Bi hûnera Kurdî, mixabin pir zêde hatiye lîstin. Ji ber vê yekê girîng em bi rêya wê, di oxira wê de berhemên ku xwediyê ruhek welatparêz bin, ava bikin. Rastiya şerê ku gelê Kurd û gerîlayên azadiya Kurdistanê didin meşandin pêwîst e bi berhemên hûnerî werin tomar kirin. Ne ku em dibêjîn ev yek nayê kirin, lê belê erka her rewşenbîr yan jî hûnermendekê Kurd ew e ku di romana Kurd de, pelên nû bi berhem û hûnera xwe pêşbixe. Hûner çiqasî were kirin, ewqasî manewîyata şoreşa me xurtir dibe. Rêbertî qala wê kiribû ku romana me, ne berê şoreşê yan jî piştî şoreşê tê nivîsandin. Zikhev, di nava hevdû hem şoreşek heye, di heman demê de romana wê tê nivîsandin. Hem tê jiyan kirin, hem jî tê nivîsandin. Lê kê vî romanî çawa dinivîsîne? Kî di nava vê romanî de, kî ye? Em, kîjan ristê di vî romanî de li ser milê xwe digrîn? Mirov pêwîst e bersiva van pirsan ji kûrahiya dilê xwe bide.
Di nava romanê me de herkes heye. Yê paşverû heye, lê di heman demê de yê leheng jî heye. Yê xirab dike heye, yê ava dike heye. Hem destan tên nivîsandin, lê dibe ku zordarek jî, navê xwe di vê romanê de nivîsandibe. Ev, rastiyên me yên ku pêwîst in werin tomarkirin ne. Mirov çiqasî li ser vî babetî bihizire, mirov encax ewqasî dê kûrahiya wê hîs bike. Herkes dikare vê yekê bike? Na. Lê yê ku xwediyê wê
hêzê ye, dikare destanên wan ciwanên leheng, li çiya yan jî bajêr ferq nake, tomar bike. Çiyayên Kurdistanê şahîdên pir mezin in. Belkî şahîdên çîrokên ku hatine vegotin bin, belkî jî şahîdên çîrokên negotî bin. Di encam de, em heger nebîn zimanê van çiyayan, em nikarin qala bûyina qasid, hogir yan hevalê wana bikin. Em nabêjîn ku her kurdek pêwîst e 24 seatan bi dersûkeka kurdî li dora serê xwe bialîne yan jî 24 saetan bi tembûrekê di destan de, kilamên kurdî bibêje, ev yek ne tiştê ku em qala wê dikin e.
Ma em dibînîn ku bi dehan hûnermendên Kurd jî hene, ku di deryaya faşîzme de xeniqîn, lê stranên Kurdî hûnerê, pêşkeşî xelkî dikin. Mesela em bala xwe bidinê: Cilê kurdî li her kesekî nayê. Em vê yekê di kîjan wateyê de dibêjîn? Bi vê gotinê em dixwazîn bêjîn ku cilê kurdî li xwe kirin, cewherekê dixwaze. Pir mînakên (qaşo) hûnermendan hene, ku bi koka xwe kurd in, lê ji ber hîşmendiya faşîzmê kûr ketine. Vana dikarin bi Kurdî stranan bêjin? Erê. Belkî, vana xizmeta hûner û wêjeya Kurdî dikin? Na. Berê her tiştê bi zimanê Kurdî dihat wateyê berhemên ku xizmeta hûnera Kurdî ya şoreşger dikin. Ji xwe siyaseta ku K.T li hemberî Kurdan jî bi vî awayî bû. Yanî, her tiştê bi kurdî carekê de dihat red û qedexekirin. Ne ku em
bibêjîn, zordarî li ser gelê Kurd di roja me ya îro de ji ber çanda wî nayê ferz kirin, lê belê nêzîkatiyên dijminî tarzê xwe guhertin.
Mînaka HüdaPar’ê em dikarin di vir de bidin. Berê, kê kurdî axivîba yan dihat qetil kirin yan dihat girtin, lê tiştê trajîk-komîk ku em îro dibinîn ew e ku partiyên ku dixwazin selefîzmê di nava gel de belav bikin û hebûna wan jî bi tenê encam û projeya hêzên dewletê û faşîzmê ne, û li ser de jî di roja zimanê Kurdî de, ji bo “mafê axaftina zimanê kurdî” li kolanên Êlîhê dimeşin. Herkesê ku kurdî diaxive, ne çandperwer e. Barzanî jî 24 saetan bi cilên kurdî dimeşe, lê belê hevkarê herî mezin e, ku asta îxanetê heta derbas kiriye. Van rastiyên ku qasî avê zelal in û ev demek dirêj e hatine eşkere kirin, pêwîst e her hûnermendekê Kurd rojê, bi sedan caran li ber çavên xwe derbas bike, û ji xwe re bêje “EZ, ê xizmeta şoreşa Kurdistanê bikim. EZ ê siyaseta ku dijmin li ser çanda me ya dîrokî û giranbiha dimeşîne, tune bikim. Û EZ, ê romana Kurd û Kurdistanê binivîsînim.” Herkes dikare vê ji xwe re bike îdia. Herkes dikare ji xwe re bike hedefeka wisa, ku dijminî bi tenê bi rêya stranekê dikare bide qehrandin. Çand û hûnera Kurd pêwîst e êdî bi awayekî radîkal û dûrist vê yekê pêk bîne. Di me hemûyan de, ev
hîşmendî pêwîst e were ava kirin.
Yek straneka bi hêz, dikare qiyametekê bide rakirin. Şerê ku niha li Herêmên Parastî yên Medyayê (HPM) tê meşandin, bi tena serê xwe sedem û îlhama bi sedan helbest û stranan e. Ji ber ku bi xwe, destanek e. Di bin çi şert û mercan de, ew ciwanên leheng li dijî dagirkeriyâ K.T şer dikin, dikare heta bibe fîlmek jî. Ji ber van hemû rastiyan em, taybet wekî ciwanên Kurdistanê pêwîst e jiyan, hîşmendî û heta tarzê fikrandina xwe jî li gorî vêya eyar bikin. Kesek êdî derewên dijminî tehemûl nake. Acizbûnek heye, nerazîbûnên pir mezin hene, ji ber vê em pêwîst e dijminî bidin qehrandin.
Barê li ser ciwanên Kurdistanê her giran bû û heta ev derewên dijminî hebin, dê barê me her roj girantir be. Lê ev sedemek nîne ku em dev jê berdin yan bi tenê wekî temaşevanekî li kirinên hov mêze bikin. Ji her milekî ve, taybet ji hêla hûnerê ve, em dikarin pir guhertinan bidin ava kirin. Em dikarin pir darbeyan li dijminî bidin. Lê bawerkirina vê hêzê girîng e. Heta ku ev yek neyê bawer kirin, guhertinên ku me qala wan kirin, nikarin pêk bên. Li ser şopa Ş. Hozan Mizgîn, Ş.Evdilmelek Şêxbekir (Melek), Ş. Berçem û Ş. Sefqan, em ê tembûr, penûs û pirtûkan bikin çekeka mezin a ku barûta wê hîşmendiyeka welatparêz, şoreşgerî û rûhî ye.
Çavkanî: Kovara Yursever Genç Kadın