ŞEHBA- Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehba ji bo gerîlayê HPG’ê şehîd Canfeda Efrîn (Mihemed Ekrem Şêxo) merasîma xiyabî li dar xist.
Şehîd Canfeda Efrîn (Mihemed Ekrem Şêxo) ji gundê Celemê ya ji bajarê Cindirêsê yê Efrînê ye. Şehîd Canfeda di sala 2020’an de tev li nava refên gerîla bû. Şehîd Canfeda Efrîn di 4’ê Tîrmeha 2024’an li Qada Berxwedanê ya Sergelê ya herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl de gihişt asta şehadetê.
Ji bo şehîd Canfeda Efrîn li gundê Helîsa yê bajarokê Fafînê bi beşdariya bi dehan ji nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, koçerên Efrînê û şêniyên Şehbayê merasîma xiyabî hate lidarxistin.
Di merasîme de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehba Sureya Hebeş axivî û sersaxî da malbata şehîd û tevahî gelê Kurd û Kurdistanê û di şexsê şehîd Canfeda de tevahî şehîdên meha Tîrmehê bi bîr anîn û wiha got: “Di dîrokê de tiştek wisa nebûye, Rêber Apo ji bo gelê Kurd dîroka wî nivîsand. Kes nikare roja me tarî bike. Her wiha xiyanetî tu carî bi ser nakeve. Rêber Apo û gel ji hev du dûr nakevin. Em jî li hemberî şehîdên xwe soza xwe nû bikin ku em ê xeta azadiyê her tim bişopînin.”
Her wiha Hevserokê Desteya Perwerdê û Hîndekariyê ya kantona Efrîn û Şehbayê Fadil Çawîş axivî û sersaxî da tevahî gelê kurd û wiha got: “Xeta ku Rêber Apo ji bo azadkirina civakê daye diyarkirin, êdî li ser erdê hatiye meşadin û civak li ser fikir û felsefeya Rêber Apo tê dikoşe. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo em ê têkoşîn bikin. Her wiha tu carî xiyaneta PDK’ê jî bi ser nakeve.”
Bi navê malbata şehîd Canfeda, pismamê şehîd Mihemed Neso axivî û wiha got: “Şehîd Canfeda bi fikir û felsefeya Rêber Apo bandor bû. Şehîd Canfeda xeta azadiyê ji bo xwe hilbijart.”
Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin
.